A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
Rojen Barnas - Hespên Me
230 Xwendin
0 Ecibandin
Asoya Helbesta Kurdî

Rojen Barnas - Hespên Me

Hespên me,
Rabûn pêdarê
Li bandeva
şîrrîîîn...
Ji pahnava
Weka lehiya Adarê Li qûntarê
dakişîn
Herikîn, bi serûber
şîrqîîîn
bi nalan ket,
çirûsk hilfirîn
ji dewsên sima
çirûskên zer û hêşîn
Mîna brûskên di biharê
û hespên me
Li ber sîngên xwe
Vereşandinên taristanî
paşve
Dibirin
Dimaliştin taristaniyê
Hela dikirin
Binê kortalê.
Hespên me beza,
sergiran,
xawêndar,
şareza
û di rêla da
Mîna ba
Diçûn
Li rêl û deviya
Mîna ba...
Qumriyek stranek distra
Li ser devê riya me
Qumriyek
Li ser kemê danî
û stranek rist
Li wê berwara
Li pêş Silêmanî
Pê re
Qumriyan dest bi govendê kirin
Govend dest pê kir bi Botanî
Ciwanî
li Diyarbekrê,
li Hoselê.
Li bandevên Agirî eyloyên serbilind
û Li Mûnzira pîroz
Masiyên sorîn
Bihîstin
Pêjnandin,
çêstin
û leyistin
Li berê dîlanek
Dîlan geş bû
Dîlan fere bû qor bi qor
Li ser piştên hespên sor
çarmedor
Dîlan dest pê kir
Dîlan
dest pê kir
bi govendê
şîrrîîîn bi zirnayê ket
Gurmîn bi deholê
Hesp
Li ser neynokê sima
Filitîn ji pêkolê
û qor bi qor
di govendê de kişîn.
Hespên me çeleng
lexgîr
Lezgîn
Ketin serê govendê
Hespên me
Di serê dîlanê de meşîn.
Helbestên din ên Helbestvanî/ê