A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
Rojen Barnas - Gotara Azad
231 Xwendin
0 Ecibandin
Asoya Helbesta Kurdî

Rojen Barnas - Gotara Azad

Ey xezebên ji esmên
Vegerin li lîsên xwe
Ey hejyana zêrzemîn
Bi edeb
Raweste l`ser dûvikê.
Bi min re nekevin rikê!
Yê min berberiya li çarenûsê
Ku ji min nehatiye pirsîn.
Yê min têkoşîna heyînê
Ku hebûna min tê fetisîn
di bedena min a
çend hezar-sal kevnar û qedîm
ebed û ezel.
"Layemût
Layezel"
Ezim, ez
Ey Ehremenê bêdadiyê!

Ez kurd im.
Kurdbûn:
Bê nav û nîşan
bê niştîman
bûyîn e.
Bê huwiyet, bê paseport
Jiyana bi dizî ye li welatê xwe.

Kurd bûn
Di dojeha bêdadiyê de bi serfinazî
ji xwe razîbûn e,
jiyana ji bona milyonan,
jiyana xwedîderketina li niştîman
û mirina bi destê celadê qetilxûn e.
Ku çend hezar sal in
Me
Ew bi jînê
bi xwînê
straye
Û xemilandiye wek bûkeke ciwan

Ey bûka min a sorgulî
Sotika tevgera di mêjî
Jendina dil,
Kaniya axîn û kenîna min
Hêviya xwe mebire ta ku heme

Ta ku heme
Kelemê nav çavê dijmin
Palgeha piştrastiya heyina te
Ez ji te
Ez bi te
Ez, tu bi xwe me.

Ey çerxa feleka çarenûsê
Ku bi sedhezaran sal
Pêşiyên me bi bawerê gera te bûn
Me mîl û moriya di te
Da rawestan niha
Di tenga xwe
Me dakişand ji nependiya esmanan
Hostayê qadirê qederê
Û li ber derê bêkariyê girêda
Bes êdî bibe piştdayê bêdadiyê
Bes êdî bibe sparteka
Celadên ku sitembaran dibirînin
li ser navê "teqdîra îlahî"yê.

Ey "Çerxa felekê"!
Me nedizanî ku
Tu bi xwe yî
Astenga li ser devê riya me ya azadiyê.

Ez mêr im û mêrxas im
Ey kalepîrê
ku li ber tarîxa gerdûnî rûniştî
sal bi sal
bûyer bi bûyer
dinivisîne
di deftera xwe de bi giştî.
Mequncife di kuncikê xwe
Mesilike ji sîtemkaran
Memelise li benda roja min a dahatû
Rastiyê mikur were
Binivîse.

Ez im ew mêrxasê ku
Bi Ksenofon da nivisandin
"Vegera Dehhezaran"
Ez im, HERÎRÎ Û CIZÎRÎ
Ku
li hember
"Qale û Yeqûlû"
Bi zarê şîrîn ê kurmancî
Hespê têkoşîna niştimanî
Rakirin pêdarê.

Ezim,
Ez kurd im.

Ez kurd im,
Raporên analîzên xwînê
yên laboratiwaran
Bi polikek xerabûyî jî nake
li bazara me
Û ne bi mîxeke zengarî
Ku tê frotan li ser ereboka Eliyê keçel
Li "Spehî bazarî"
Li Diyarbekirê.

Ez kurd im,
Belgeya kurdbûna min:
xwenasî
xwezanî
xwedîna min e.
Wekî din
Ji min
Tiştekî nepên.

Ez mirov im! mirov!
Ne girêdayê xwînê,
heseb û neseb
irq û nîjad

Ez mirov im! mirov!
Mirov
divê
serbest û azad .

Ku kurd azad biwana
Ev zilm û sîtem û zordarî
Li ser yên te bikirana
ey!
lawê an keça
"Qewmê necîb", "soylu ırk"
Herwekî serwerên gelê te
Xezebê dihêrin bi serê me de
Minê bi te re
di milê te de
xwe te bizaniya
Û li dijî yên xwe
bitêkoşa ji bo dadiyê.

Ez mirov im! mirov!
Çi bikim di xwîna min de heye
evîna azadiyê.

*Ji Milkê Evînê
Helbestên din ên Helbestvanî/ê