A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
Rojen Barnas - Evîn û Hêvî
415 Xwendin
0 Ecibandin
Asoya Helbesta Kurdî

Rojen Barnas - Evîn û Hêvî

Serkêşê çerxa jiyanê; evîn destmal e, di dest
Hêvî menal e, li hember xewt û xeter ku neyar
Min ji sitranan çelengek l` enya dildara xwe best
Li asoyê pêşerojê yar dipê û hêvîdar

Çenbera derd û bela, kerb û keser, û hesretê
Her li kar e; teng bike, rake ji ber me firsetê
Tacîdara hêviyê bişkoja işqa dewletê
Gij dike ji milkê Mafnas ser Sîtemê bi hawar

*Ji Milkê Evînê
Helbestên din ên Helbestvanî/ê