A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
Rojen Barnas - Evdilcebar
292 Xwendin
1 Ecibandin
Asoya Helbesta Kurdî

Rojen Barnas - Evdilcebar

Xwedê mezin e, Evdilcebar!
Dilê xwe bi halê xwe meşewitîne
Tenêhî ariziyê bi Xwedê ye,
Lê tu ji tenêhiya xwe re bişêkirîne.

Ka bla havîn bê, Evdilcebar!
Ka şixrê bikşîne
Ka gêlê bike, malava!
Ka genimê sorgulî ji kayê veqetîne
Dê mele bê hafa te helbet
Dê şêx bê îrşadê bi îznillah
Şanê axê wê li te bipirse
Ha! ji bîr meke
Para onbaşî jî hilîne, Evdilcebar!
Bivê nevê ji salê carek
Wê riya te bi qereqolê bixîne.

Xwedê mezin e, Evdilcebar!
Mebêje "bêkes û bênas im"
Ji tenêhiya xwe ya niha megazinîne.

*Ji Milkê Evînê
Helbestên din ên Helbestvanî/ê