A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
Rojen Barnas - Ev Keleh, Keleha Meyafarqînê
206 Xwendin
3 Ecibandin
Asoya Helbesta Kurdî

Rojen Barnas - Ev Keleh, Keleha Meyafarqînê

-ji çirayên ketî yên ronahî û azadiyê re-

Ev keleh, keleha Meyafarqînê!
Ne kitêb salix didin, ne tarîx
Ku kê çêkiriye û kengê.
Lê malavayê endazer endazê wê
Wek nexşê destkariya keçeke bengî
Honandiyê ji xewnê, ji hêvî û xeyalan
Ji dilê sotî
Kêşaye bi rastekê,
Bi pergal û mêzînê.
Û hosta
Hîmê wê bi dilovanî
Daniye li ser xerca evînê.

Martyropolis,
Tigranokerta,
Meyafariqîn
Û îro jî
Şarê Silîva.

Ev keleh, keleha Meyafarqînê!
Gava roja me derdikeve ji hêla Zêwetirkê
Berê xwe dide birca Zembîlfiroş
Birc û baroyên hêkerengî
Şewqa wê davêje Kevanê Qîrê
di rasera girê di Tilmînê.
Di şevên şevereş de ji dûrî ve diçilwile
Ku meriv li rê be an rêwî be
Winda nebe
Da bikare xwe bighînê.

Ev keleh, keleha Meyafarqînê!
Serbajarê Dîkran û Badê Dostik
Ku Qabîl û Habîl hevhez li vê der
Û ehlên cî
Fileh û misilman digel hev
Olperest û hişaza di nav hev de
Di şahî û di şînê
Jîn heta demekê bi hezarên salan
Dûr bûn ji fikara bêbextiyê,
Neyartiyê,
Xeyb û nefrînê.

Ev keleh, keleha Meyafarqînê!
Têr nabim ji temaşa
Tavehîva çardeşevî li raserê spîndara
Li biniya kanya Xulo
Li tanga aşa.
Û têr nabim
Ji seyranê,
Ji dînê,
Ji hêla Çemê Hesenbegê

Li serê van kaşa...
Û dil şabaşa şahiyê dike
Gava keç û bûk derdikevin çixariyê d` serê gulanan
Li Kanya Navîn, li Kanya Mezin
Şahî û stran û dîlan bi gerdûnê dikeve
Hûnê bêjin qey
Badê Dostik
Ji Narikê, ji Elbatê dê niha bê
Û ew jî çûne pêrgînê.

Ev keleh, keleha Meyafarqînê!
Di xew re çûm gava din
Di temaşê de,
Li vê derê, li ber şikefta Kerîm
Li pozê rasta Circîs pêxember
Min xewnek bi ecêb dît
Kes ji we tune gelo xewna min bigerîne
Li ser xêrê,
Bi şahiyê,
Mizgînê.

Peşkek peşkilî ji nişka ve
Peşka Habîl û Qabîl ya nebixêr:
Dest derdiketin
Bê laş...
Ne serî xuya bûn, ne pê
Dest derdiketin ji rojava
Mil li Stembolê, serî l` Enqerê
Geremolek raweşî û belav bû
Tariyek kumişî bi ser bajêr de
Mirov diketin wek kulî
Ku kevir û berên di kolanan
Ji ber wan
Bûn çavîkên mîna devên birînê
Û bajar
Gêra
Bi gola xwînê.
Pîrhevokek nependî tevnê dihonand
Ji hevdayên bêbextiyê,
Şîrêza kînê.

Ev keleh, keleha Meyafarqînê!
Wer riwayet dibe j` pîrê tarîxê:
"Ku heft car ji binî xopan
Bûye bi destê tarîperestan
Lê heft car ava biye ji nû va."
Lê mixabin îro, dîsa ew hal
Ew babelîska bi reş, ew tofan, bela
Ji nû ve diaxibe wek brînek kevn
Ne ya îroyîn e, ya ji mêj va.
Lêbelê, îro li bajarê Silîva
Dayik bi rik çok didin erdê
Peymana wan heye pê ra
Da guhdaran zêde bikin li stranên
Xecê û Siyamend
Zembîlfroş
Û zeriya Gul Xatûnê.
Û nehêlin çira zenûn be;
Li hêviyê,
Li xweziyê,
Li jînê.

*Ji Milkê Evînê
Helbestên din ên Helbestvanî/ê