A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
Rojen Barnas - Divê Em Rakin Van Kelehan
128 Xwendin
0 Ecibandin
Asoya Helbesta Kurdî

Rojen Barnas - Divê Em Rakin Van Kelehan

Destên min dirêjî ber bi te
Dilê xwe dirêjî dilê min bike
Em rûbirû ber bi hevdû ve
Bistrên stranên jiyana şîrîn
Jiyana me bla legel hev
Pêkve bifûre bi şadimanî
Têkve biçilmise ji kesera hev

Kê van keleha kêşa nava me
Ne nîjad e, ne dîn, ne ziman e,
Ne rengê ten e, sedemê bingeh
Kê şolî kir serê kaniyê
Jehravê berda serê riya me.

Divê em rakin van kelehan
Ji navbera xwe bimalin
Divê zelal be serê kaniyê
Ku stran li jiyanê belav bin
Divê ku hestê me mil bidine hev

*Ji Milkê Evînê
Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê helbestê nakî?

Helbestên din ên Helbestvanî/ê