A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
Rojen Barnas - Dîcle û Firat (Du Perî)
333 Xwendin
0 Ecibandin
Asoya Helbesta Kurdî

Rojen Barnas - Dîcle û Firat (Du Perî)

Di destpêka zemanekî nesalixdayî
Ku zeman hê nêremok
û avis bû bi tarî û roniyê.

Ji alîkî bêalî
Ji batin
Du kevok
Bi fir
hatin
Geriyan li bilindayiya, li pehnayî
Noqî kûrayiyê bûn, brûskasa...
Warek ji xwe re hilbijanin
Danîn li erdê
Xwe şelihandin ji post û kirasa

Gêran bi periyan herdû kevok:
Du perî;
Du keçên xama
Du perî
Cêwîkên hêkekê
Ketin temêlşa erdek raxistî:
Bi berrî û deşt, konik û pehnav
Bi çiyayên bilind û geliyên kûr
Ku xelek xelek di hev de bestî.
Jê hez kirin,
Pê şa bûn,
û jê ecêbmayî.
Mîna reqasa
Ketin govendê.
Stran...
Ji stranan govend geş bû
Govend girtin, ji govendê stran kemilîn
Xulxulî kete erd û esman
Maka cêwîkên tarî û ronî
Ya di ber tengiya zayinê de
Li ber govend û stranên wan ji xwe ve çû,
Raza
Barê xwe danî
û za
herdû cêwîkan;
`Tarî û Ronî
Sar û Germ`
Ku li pey hev in
Lê ji hev cuda
Ne di êk hev de
û ne bi hev ra.

Stran geş bû
Govenda keçperiyan
Hingî çû germtirîn bû
Hingî çû xweş bû,
Li ber nazdariyên Roniyê.
Govendeke xweser;
-Bakur û başûr ve jorejêr,
Rast û çep ve l` berayî
Rast û çep ve l` berayî
Bê ser û bê dûvik
Bê haf û hemberDest
pê kir
Ku Perî
Hê bêtir lê sor bûn.
Ji ber gurmîna pehniyên wan
Bi sar û germê
Du serkanî derbûn,
- Milkanî digelZan
ji destpêka zemanekî bêdestpêk
Distrên û di govendê de ne hê jî
Dizên ta dawiya zemanê bêdawiyê.

Rawiyê efsanê riwayet nake
Ku çawa Keçperî warqilîn lê.
Lê, bi navê xwe bi nav kirin herdû nûzayan
Yê yekê Firat, yê dinê Dîclê
Helbestên din ên Helbestvanî/ê