A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
Rojen Barnas - De Were Ha!
612 Xwendin
1 Ecibandin
Asoya Helbesta Kurdî

Rojen Barnas - De Were Ha!

Axlêfe jî hat, bihurî û çû
Rewa ket hewayê, avê û axê
Şîrika jiyan û hezkirinê
Hilkişî li darê, ta serê şaxê
Rê dipêm, rê dipêm, rê dipêm heywax!
Ne ji te nûçeyek, mizgîniyek hê...

Keledoj, keledojeh e, dilê min
Di perengên hesreta te de
Ku biketa navê Roja Tebaxê
Dê bihelya
Ewê bibiwa barana dojehvereş
o bibariya bi ser me de.

Lê nizanim, heyret!

Dilê min hêtûn e, ji evîna te
Dilê te zemherîr e, zeber e, gêdûk
Dilê te deryaya qeşemê,
Çi deryayek sar, qerisî, tezî,
Ji evînê bêhay,
Ne damar dijene, ne reh lêdixe.
Di tanga min de, dilê te;
Hişk û tevizî.

XwezÎ. ..
Ax xwezî ne wisa ba!

Axlêfe jî hat, bihurî û çû
Rewa ket hewayê, avê û axê
Hewa hênik,
Av şîregermî,
Ax hêşîn ...
Dilê min li benda rewaya xwe ye
Bi kelebîn...

De were ha!
De were zû
Hê ku jîn nefirî û ji dest neçû.

*Ji Milkê Evînê
Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê helbestê nakî?

Helbestên din ên Helbestvanî/ê