A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
Rojen Barnas - Cîrano!
278 Xwendin
0 Ecibandin
Asoya Helbesta Kurdî

Rojen Barnas - Cîrano!

Cîrano!
Mal li rexo
Mal li rano
Xwedêhişto
Malwêrano!
Tu berbayê ifrîtê derewê
yê ejdehayê heq nexweşî
nekeve qenebe bila ev reşî
derkeve ji nava me.

Were em bi çemberkî rûnên di civata mirovan:
Ne tu li seriya min bi çavsorî
Ne ez li jora te bi dek û fen...
Ez, ez
Tu, tu
Lê em...
Em bistrên bi hev re stranên mirovhezî
Em şabaş bikişînin ji şahiya hevdu re
Em nebin qatilê hev,
Li pey hev bi muxennet.
Em ji hev razî
Em ji hev xweş
û em li hev bi hesret.
Ax!
Ax!
Ka li ku
Xwezî?!...

*Ji Milkê Evînê
Helbestên din ên Helbestvanî/ê