A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
Rojen Barnas - Çima We Weha Kir
313 Xwendin
0 Ecibandin
Asoya Helbesta Kurdî

Rojen Barnas - Çima We Weha Kir

Mîna yên we, efendîno!
Zarûkên me jî fêm dikirin
Veşartokê bilîzin
Û
Li şekir bi şîranî bimijin

Ew jî dikarin helbet
Firindeyên kaxizîn ên belekberfîn
Bifirînin li ber perê esmên
Wisa ku dilê mezinan
Li bûrî bibijînin.

Heyf hilanînê, efendîno!
We li wan şîrîntir kir, mixabin
Niha berê namlûya kînê dane we
Birûskên neyartiyê li we dirêjin

Çima we weha kir efendîno
Çima we wa` kir?
Ma leyistok biriyabûn di dinê
We fikra wan li kuştinê xera kir

*Ji Milkê Evînê
Helbestên din ên Helbestvanî/ê