A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
Rojen Barnas - Cejna Deveyan
240 Xwendin
0 Ecibandin
Asoya Helbesta Kurdî

Rojen Barnas - Cejna Deveyan

Cejna devan e, îro
Şahiyanek bêhempa
Rastkirine li berwarên Qerejdaxê
Li nêzîkê deşta Gewra

Deve
Bi gez û lotikan
Şênahîke wisa li dinê rast kirin
Dilşadiyê fûrandin ber perê esman
Bextê xwe
Ji kul û keseran xelas kirin.

Cejna devan e, îro
Filitîn ji rêberiya kerê kulek.
Divê pîroz kin
Divê pîroz kin helbet
Lutf û kerem û mezinahiya
Rêberê xwe yê nû
kerê belek.

*Ji Milkê Evînê
Helbestên din ên Helbestvanî/ê