A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
Rojen Barnas - Bimeşe Lo Dilo! Bimeşe!
1037 Xwendin
3 Ecibandin
Asoya Helbesta Kurdî

Rojen Barnas - Bimeşe Lo Dilo! Bimeşe!

Bimeşe lo dilo! Bimeşe de lo!
Riya me dirêj e û menzîla me dûr
Hê me gelek hene hevraz û nişîf
Hê gelek birrek û rizdeyên çiyê
Wek asteng û asêgeh
Hêêê û hê...

Guh mede peqpeqokên j` kefa sabûnê
Ku sed caran ji xwe mezintir xuyan
Rengîn û biriqokî
Li ber tavê.
Guh mede zirrînên kerên korereng,
Reyîna seyên mûçehebîn
Û cendirmeyên bejik...
Ku hê j` xwedî bêtir xwedîperest in
Hin bi gestin
Hin bi zîtik
Wê bibirrin carbicar riya li ber me

Me menzîl azadî û serxwebûn e
Wekhevîsazî ye bi her awayî
Ewle û bextewar her giyanber lê.

Bimeşe lo dilo! Bimeşe de lo!
Bi gavên ji sebrê, bi teql û tekûz
Riya me dirêj e û menzîla me dûr.

Kovara Nûbiharê, hj: ,
Helbestên din ên Helbestvanî/ê