A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
Rojen Barnas - Bihar e, Êdî!
1152 Xwendin
1 Ecibandin
Asoya Helbesta Kurdî

Rojen Barnas - Bihar e, Êdî!

Bihar e, êdî bihar e, Roza!
Gupik bi gupik in, gulî li darê.
Balinde di çerxa dîlanê de,
Serxweş in bi evîna biharê.

Şirrîna avê ye, dişirşire
Di devê mesîlê, li qûntarê.
Ji zinarên hişkên di gelî
Xwê dide av, bi çiranek tê xwarê.

Spiyê d` gevez, ji hinarîkên te
Kulîlkên li gulyên dara behîvê
Min ji min dikşîne bal te ve dibe
Mizgîna nexuyan j` meha adarê.

Bihar e, êdî bihar e, Roza!
Destê keremê ber bi cihanê.
Destê min vekirî, başkurî te ye
Destê te y` keremê li ku ma, kanê?

*Ji Milkê Evînê
Helbestên din ên Helbestvanî/ê