A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
Rojen Barnas - Bi Têkoşîn e, Ev Mêjû Helbet
404 Xwendin
0 Ecibandin
Asoya Helbesta Kurdî

Rojen Barnas - Bi Têkoşîn e, Ev Mêjû Helbet

Milkekî diherike ji Mûnzir û Agirî
Ta be Silêmanî tarîx û jîn e.
Dastanek hildibe li bilindayî
Ji kûrahiya xwe bi têkoşîn e.
Bi têkoşîn e, ev mêjû helbet
Nebû cî û war ji tu kesî re
Yên xwestin ji destê me b` zorê derxin
Destvala zivirîn li ser şopa xwe

Ev mêjû
Wê têkoşînê
Bidomîne helbet.

*Ji Milkê Evînê
Helbestên din ên Helbestvanî/ê