A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
Rojen Barnas - Bi Sultanê Osmanî Re Me Peyman Danî
413 Xwendin
0 Ecibandin
Asoya Helbesta Kurdî

Rojen Barnas - Bi Sultanê Osmanî Re Me Peyman Danî

Li raserê Dîclê me
Li ser birca Dingilhewa
Berê min ber bi aliyê Sîpanê Xelatê
Li berwarên Nemrûd
Di ser Dîdeban de
Li Deşta Rehwa
Dilê min tingijiye ji derdan
Dixwazim serpêhatiya xwe bêjim
Lê nizanim çawa?
Wê barê min sivik kira Mîr Evdal xan
Xanê Bedlîsê
Ku rabûna ji xewa.

Bi sultanê osmanî re me peyman danî
Bi bext,
Bi qewl,
Bi qerar ...

"Emê destê xwe bidin ber barê hevûdu
Wek ometa Mihemed
Ku bibe pêsîrtengî li yê dî
Emê li hewara hev herin
Bi cîranî.

Nexwe,
Heryek ji me
Li mala xwe.
Bi sultanê osmanî re me peyman danî.

Kî nanê me dixwe, bitir dibe
Kî j` ava me vedixwe, çavsor...
Hingî ew bitir bû, em lewaz
Hingî ew bi hêz bû, em bê taqet man.
Û wî
Bext û qewl û qerar
Ji bîra xwe ya şahane hilanî.

Bi sultanê osmanî re me peyman danî.
Peymana me bû dûpişk
Bi me veda.

Li raserê Dîclê me
Li ser birca Dingilhewa
Hewl didim xwe ku vebêjim
Ka em çendî dilsaf in, sexik in
Çima em zû têne xapandin
û çawa.

*Ji Milkê Evînê
Helbestên din ên Helbestvanî/ê