A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
Rizoyê Xerzî - Dayê Ka Para Min
192 Xwendin
0 Ecibandin
Asoya Helbesta Kurdî

Rizoyê Xerzî - Dayê Ka Para Min

Dema biçûkbûm
Min dipirsî
Dayê ka para min ji mewîj û bastêqê
Wê jî her digot
Kurê min di qubalê de veşartiye
Dema hinekî din mezin bûm
Min got:
Ka para min ji nîvişkê serê sibê
Digot: di kuîzê binê kulînê de ye
Dema bejna min têra rext û tivingê kir
Min heroj dipirsî
Dayê,bavo
Ka para me ji jiyanê
Digotin di nav devê guran de ye
An jî
Kesekî bersiv ne dida
Hevalo
Dosto
Yarê
Bira
Ka para me ji jiyanê
Tevan serê xwe dixistin ber xwe
Tenê çiya ez himbêz dikirim
Di guhê min de dikir kurtepist
û digot:
Para te di himbêza min de veşartiye
Êdî tu mezin bûyî kurê min
çawa ku berê dayika te
Te bi şîr vekir
Niha ezê jî êdî te bi şîr vekim
Tu têra xwe mezin bûyi
Lê niha dûrî himbêza min nekeve
Para te ya jiyanê
Di paxila min de veşartiye
Ezê nêzîk azadiyê
Li hemû zarokên xwe parve bikim
Gelekan ji we
şîrê min li xwe helal kirin
Erê kurê min
Min hemû xuşk û birayên te
Bi evînê mezin kirin
Bi çîrok û dîroka
Dêrsim
Geliyê zîlan
Mehabad û Qazî Mihemed
şêx seid
Qewmê çiyê
Seid Riza
Berzan
Helebça
Enfal
Sînema amûdê
Serhildanên Qamişlo, Amedê, Mehabadê
Serê şevê min çîrokek digot
Lê şevan têra çîrokên me nedikirin
Her roj min çîroka lehengekî ji wan re digot
Lê şevê têra çîroka wan nedikir
Her şev dibû sibeh û çîrok nîvco dima
Stêrka serê sibê em xilmaş dikirin
Lê tîrêja rojê zû silav li rûyên me dikir
Da ku em dest bi rojek nû bikin
Min çîroka
Zîlan, bêrîtan, sema, zekiya, hogir, serhed, sefkan, delîla, Xelîlê çiya
Tev nîvco hiştin
Bi sedan lehengên bê nav
Lehengên bê gor
Di himbêza vî çiyayî de veşartîne
Zarokno êdî hûn mezin bûne
Dîsa dipirsim
Dayê ka para min ji azadiyê
Dîsa dibêje
Di paxila min de veşartiyê
Nêzîk ezê li we parvebikim
Zarokên minê bejin bilind
Êdî azadî pir li bejna we tê
Êdî ez jî dixwazim çavên xwe
Bi şahiya we kil bikim
û hinekî van gule û topên di sînga xwe de ji bîr bikim
Li şûna bîna barûdê
Dîsa bêhna gul û peybûnan ji laşê min bifûre
Erê zarokên min
Min têra xwe dît
Tevî ku destê min ji we nabe
Dîsa ez soz didim ku azadiyê li we parvekim
Lê hûn jî soz bidin min
Ku hûn dûrî himbêza min nekevin
Êdî ez jî nema karim bê we bijîm
Êdî hûn mezin bûne
Êdî hûn nema ji gurê manco ditirsin
Êdî gurê manco ji we ditirsê
Lê li ber dilê min
Hûn hê zarokên minê delalî ne
Dûrî himbêza min nekevin
Zûrîna guran tê
Gurîna fîrokan tê
Bîna barûdê tê
Ji himbêza min dûr nekevin
Ez bêriya bîna we dikim.
Helbestên din ên Helbestvanî/ê