A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
Reşîdê Kurd - Basên Bêrûdê
285 Xwendin
0 Ecibandin
Asoya Helbesta Kurdî

Reşîdê Kurd - Basên Bêrûdê

Zivirîn çerx
Bas liviya
Dolab geriya
Gêr bû bas
Bas firiya...

Wek colek berx
Rêwî
Bi ser hev de bûne kerx...
Hin rûniştin, hin ji piya
Bi çeng ve daliqîn
Qor qor sik sikîn
Pev zeliqîn...

-Nere bas!
-Here bas!
Şofêr
Zirezop
Çav li serî bûne tas
Bi tirkî dike çêr
-Kuro, ka bijmêr!
Çend kes?
-Bist û neh
-Eh!
-Bajo bes!

Liviya bas
Gêr bû bas
Kilek li pêş
Du kil li paş
Hejiyan bîst û neh laş....
Motor
Ji ba Morgan
Karesor
Hosta Vartan
Li ser
Çar dolavan
Bi textan
Şîngirandiye...

Bi giştî deh peya
Rûniştî...
Ên mayî
Tev ji piya
Bi çenga ve daliqîn
Qorqor sik sikîn
Pev zeliqîn...

-Nere bas!-
Here bas
Sofêr
Çav lê bûne tas...
-Hop!
Berdestî mîna top
Got:
-Ne rrr....rit
Va ye çar cot
Xirrrr....rit...
Lêxist frên....
Hosta Xorên...
Dakişiyan rêwî...
Hilkişiyan rêwî...
Mîna laşên pezkûvî
Bi çenga ve daliqîn
Sik sikîn...
Pev zeliqîn...

-Here bas!
Gêr bû bas
Kilek li pêş
Du kil li paş...
Hejiyan bîst û neh laş...

*Bêrûd, 1964
**Çavkanî: Ez, Weşanxaneya Avesta, 1995
Helbestên din ên Helbestvanî/ê