A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
Reşîd Baravî - Saz û Sema
210 Xwendin
1 Ecibandin
Asoya Helbesta Kurdî

Reşîd Baravî - Saz û Sema

Hey dîlbera rojên berê
Kengî li vir şahî werê?
Min got: tu yar û dîlberî
çendî çelengî hey perî
( La ter`helî, La ter`helî ?? ?????? ?? ????? )

Ez dê bibim dengê çema
Gujguj bidê saz û sema
Ger zû werî, dê gul vebin
Pir dûr ji min ev kul çebin
( `indî cewabûn, fes`elî ???? ????? ?????? )

çavên te awir gur kirin
Lêvên me ken tew kur kirin
Derdan li dil pir der neke
Dara evînê zer neke
(Nehrel hewa, ya menhelî ??? ????? ?? ?????)

Roza, Seher, Dîma, Semer
Selwa, Xecê, Lava, Qemer
Dê pir bibin keç ta sedî
Go: wî ! çira nakî fedî?!
Navan nebêj ( Ma dumte lî ?? ????? ??)

Min ew keça her gav didî
Ser xweş dibûn lêv û pidî
Pozê xwe wê pir hildida
Lê min li ber dem kil dida
( Burc el`ula kem te`htelî ??? ?????? ?? ????? )

Bisk û kezî çar û şeşin
çav û birî bê kil reşin
Hilmek didan dêmên zerî
Min go: Siha ! gêj bû serî
( Qalet: `Ena la `zenbe lî ????: ??? ?? ??? ?? ).
Helbestên din ên Helbestvanî/ê