A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
Rênas Jiyan - Yekîtî
443 Xwendin
1 Ecibandin
Asoya Helbesta Kurdî

Rênas Jiyan - Yekîtî

bi devekî hirç û bi eşîrtiya dilbipirç
yekîtî ne pêkan e, bavê derewan e werin em bibin "kurd"
wê çaxê wê kes nikaribe li ber me bêje "kirt"
di vê seqema bindestiyê de
em pif kefa destê hev bikin, keldûmana devê xwe tevlihev bikin werin em bibin behr wê çaxê wê bixeniqin di nav ava me de hemû dijmin û ziqûm û jehr
em xwe di nav avdonka kilamên dengbêjan de bihelin
em simbêlên spi ji xwe re çêkin bi vexwarina şirê bêrivanan
sê cahil bên cem hev ji mêşê hiltinin roja çaran
ji hev tarûmar dibin
bera di binçengê me de cildên pirtûkan nanê sêlê bin
destê tenê deng jê nayê tişt pê nayê
bila hinek ji me kesk bin, hinek sor bin
û hinek jî zer...
lê gava em bigihêjin hev em bibin per
ala me li ezmanan bibe stêrkeke serzer
zixurk qedrê zixurkan zane gêrik li ser gêrikan qebûl nake
kevir bi kevirên hevalên xwe
çiya ye dar bi darên birayên xwe daristan... barana bajari bayê beji ji bir nake ya ya malneket!
tu çawa dikarî bibi dijminê qewmê xwe!?

*Ji pirtûka wî "Berfwerîn"ê, rr: 36-37
Helbestên din ên Helbestvanî/ê