A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
Rênas Jiyan - Tu Neyê Ez ê Bimirim
2294 Xwendin
2 Ecibandin
Asoya Helbesta Kurdî

Rênas Jiyan - Tu Neyê Ez ê Bimirim

tu neyê ez ê bimirim
jixwe ez ê tim bimirim; tu bê jî, tu neyê jî
jixwe tu jî pê dizanî
di me gişan de heye mirineke kesidandî,
gidîîîî gidî
îcar jî tu bidîta vî canî
wek zarokekî ger çavê wî ji kefa sabûnê bişewitiya jî
ne xem bû êdî
gulleyên bencxwarî
li ser zikê wî
wek girekî
têrreke "Bûda"yî jê re çêkira jî...

tu neyê ez ê bimirim
jixwe ez ê tim bimirim; tu bê jî, tu neyê jî
lê ger dîsa jî
tu nexwazî ku stranan bixeyîdînî ji dilekî gurrî,
tu nexwazî ku bi girî ve bikî ruhekî kurmî,
tu nexwazî ku êvaran bicehemînî ji emrekî meliqî
tu nexwazî ku tevnepîr konê xwe vedin li hembêzeke hedimî
li îhtîmala nehatinê nefikire nebî nebî!!!

tu neyê ez ê bimirim
jixwe ez ê tim bimirim; tu bê jî, tu neyê jî
lê ger tu werî, çavên te wê ji min re bibin tirî,
zivistanî henekên te wê ji min re bibin hirî
qayîl im, bila bi hatina te ez bibim gayekî
ku di xelayê de kêran qeşmeriyên xwe pêkirî
bila ez bibim berbangeke şevlêherrimî
û hechecîkekî sêrjêkirî...

*Diêşiya, Rênas Jiyan, Belkî, 2013
**Li gor vê çapê hatiye serastkirin.
Helbestên din ên Helbestvanî/ê