A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
Rênas Jiyan - Semîramîs
777 Xwendin
1 Ecibandin
Asoya Helbesta Kurdî

Rênas Jiyan - Semîramîs

kostûm: çermê şeva serjêbûyî
dekor: qoqên serê edûl û jûlyetê û parsûyên derwêş û romeoyî.
muzîk: nalîna yezdanên birîndar.
ronahî: hîvrona nûzayî ya ku `gixik`an dike.
perde: betanê bekaretê.
sahne: kurdistan.
temaşevan: herdu çavên helbestkaran.

lîstikvan:

semîramîs
bav
evîn
cîhan
welat
sinc ( exlaq )

sahne 1

semîramîs:
- di hemû ferhengên min de wateya bextewariyê vala hatiye hiştin, an jî beramberiya wê ``kerb`` hatiye nivîsîn, zimanzan zalim in çi bikim. ji keyserên sûsmaran re dibûm marmarokeke bixêlî. qelenê min hemû pirtûkên pîroz in; qur`an, încîl, tewrat û zebûr. berbûyên min; muhammed, îsa, mûsa û dawid...
zava; xwedê!..

sinc: ( bi helwesteke liberkerketî )
- berê xwe didim newalên xewle, xeyalên xwerû risqekî lihevhatî min nedidît ji bo te. ahûra mazda`yî dev ji yezdanbûna xwe berdida, nîrwana parsek dima.

cîhan:
- tu bakîreyekî pîroz bûyî û ji bo qurbana toteman tu hatibûyî hilbijartin. serê pêsirên te jê kirin, xistin qefesan, dizîn qessasan; bi keştiyan transatlantîkên kûr derbas kirin. welat yetam ma, bê şîr û bê bêsîr.

semîramîs:
- temenê min ji hevokeke marpêvedayî pêk dihat, ew jî ev bû; ``semîramîs, goşiyê ji bo şeraba salane hatiye perçiqandin.`` fermandarê qereqolê yê ku bi eslê ``jontirk`` hukm li navrana min kir, dengbêjên di dawa min de belawela kirin. û namûs penaber bû, çûûû serê xwe li tahtan xist, min li xwe xist, te li xwe xist. mixabin. tiştê ku çû ez dê her û her bidim dû...

sinc:
- zilm bûkalemûn e, li her derê lejyona ku zagona wê diparêze û qelûna wê vêdixe ji xwe re peyda dike. keçê ma yê te tune bû xwediyekî lêvên te?

semîramîs: ( li ezmên dinihêre )
- gelheyên ramûsanên min bê hedd û hesab in. girnijînên min, girê cih û warê gerîllayan in. belê hebû xwediyê hêjahiyên min, bedena min, bes wan ew û yên din bi gulleyeke kalîbreya wê pirr-hejmar mirar kirin.

evîn:
- diran di devê dîlanên te de nemane., porrên dilşahiyên te spî bûne. heger tu bêyî hezkirin ji cîhanê koç bikî, tu yê herroj-duroj li devê bihuştan bixî; cîhan her çi qasî dojeh be jî, eşq talanan betal, temenan bizar dike, ji bîr meke.
tu di tewleyan de mehîna herî seglawî, beza; bi bîjiyên te girtiye serhildêran, ji berî zayînê tên heta piştî zayînê cengan li dar dixin û bi şûn de vedigerin.

semîramîs:
- cîhan cahniyekî tebekî, meş û bazdanên wê bi rojî. min bes e, êdî semîra hetikî, lewitî, lê fermandarê qereqolê bi kesayetiya xwe ya mebredkirî hîn dijî.

cîhan: ( dilê xwe bi xwe dişewitîne û )
- belê, pîr im bi qasî emrekî pênç milyar salî û kulek im jî. celebên mirinê pirr in; şûr, xencer, gulle, jahra û carinan ``ji te hez dikim``ek jî ji van celeban yek e.
xezeb dê tim û tim di rûpelên salnamayen de lehengeke tirsonek bimîne. heman xezeb weledê zinê yê neheqiyê ye jî, ji xwînê û goştî xwedî dibe, kengî der û dora xwe perçe dike îcar ji kezeba xwe dest bi xwexarinê dike, û roj bi roj xwe diqedîne.

welat: ( di rewşeke şerpeze de ye )
- li xakên bi şerrî ducanî, te şoreş tevn bi tevn hûna. li qadên xerdel û kîmyasal lê serxweş, fahş zerîpoş, belaş laş, berxikên ku li makên xwe diketin aj dibûn, hebûn ( ne weke oedipus`î bi şaşî, belê rasterast bi weldiznetî ) te qet hay ji wan tune bû semîra.

semîramîs:
- 28 serhildan bi xwînê hatine çewisandin qey ne bes bûn, ez bûme ya 29`an; ne bes be ez ê bibim ya 30`yî, ew jî ne bes be ez ê bibim ya 31`ê, 32`an, 33`an...

welat: ( bi germahiya dê )
- heta ku qîzên min ên weke te şîrhelal hebin, wê şîrheram teqez têk biçin. naxwe yên welatan dikin welat gernasên mêr(jin)xas ên çîrokan in.

cîhan:
- lê belê lijneya çîrokan cih nade her lehengî/ê di mijarên xwe de, bes bi şertê ku birînên dîrokê derman û çavên wê merhem bike.

sinc:
- edalet edem bûye, şeytan bi şaristaniyê keniyaye, mirovahî bi cenabet e!...

semîramîs:
- mixabin, mirovahî bi cenabet e!...

welat:
- welatê evînê êdî nîn e, şatoya şahiyê êdî nîn e, qesra qedr êdî nîn e, hemû huzna qulingên ku sezeryan dizan te li xwe civand yara esîl!...

semîramîs:
- oqyanûs min qewl kirine ji bo azadiya te ey welat!

welat:
- baş dizanim, lê semîra te jînenîgarî kir boraq ji bo erdnîgariyê, heyfa min tê li keçaniya te ya terr, li hêviyên te yên serzer.

cîhan: ( di ber xwe de )
- rîhanên xerabiyê bişkuvîn li ser sergoyan. siruşt sirûda zûrrîna guran distrê li tebeqeyên atmosferê. mirovahî tevî jan û êşên xwe, xwe spartiye heyama 21`ê, çawa ez cîhan bim û nikaribim nexşeyeke welatê nexweş li ser rûyên erdên xwe bihewînim.

semîramîs:
- seydvanê kurkan bi pey kurkên kurdan dawîn ketin.

evîn:
- li konê bextewariyê bagereke erjeng rabû, sing rakir, kir bafirrokeke bennqetiyayî, bir, li ser keskesoran siwar kir. tu masiyeke berrîvanî ya ku pelên deryaye nedîtî bûyî, bi surra bayên li ser pêlên geniman tu diliviyayî û mezin dibûyî. giyana te bû cixareyeke ku di bê de tête kişandin, bê tahm, bê rahm, zû buhurî, emrê te yê eşqê bû yê pinpinîkê.

semîramîs:
- ji pinpinîkên destê sibehê re dem, herdem berbang e.

evîn:
- her mirineke spehî jiyan makyaj dikir te pê dizanîbû. weke balindeya zumrudu anka tu dihatî kuştin û tu ji xweliyên xwe dîsa dihatî afirandin, mirin ji te re tune bû.
tu dildarî bi porrê te rûyê xwe neşuşt, bi mijangên te xwe nekuşt, tu kes nehate rûyê te ji bilî leçeka te pê ve.

semîramîs:
- ji guhanên kerengan min tahm kiriye qeliya xer sêlan bi salan. êdî bimirim jî ne xem e.

sinc:
- êdî bimire jî ne xem e.

cîhan:
- êdî bimire jî ne xem e.

welat:
- êdî bimire jî ne xem e.

evîn: ( jê re xem bû )
- ax semîra ax! çavên te rûyê te kûr kolaye. di şerr û pevçûnan de wê rûyê te hertim li devê deriyê hişê min bixe. tu serhildaneke ku bi xwînê hatiye çewisandin di hundirê min de.

cîhan:
- de werin îcar xweliyê li serê xwe nekin. qumandanê qereqolê dê bi temenekî qelew qurretiyan bike û wê semîra jî bi keçikanîyeke terr ji jiyanê biteriqe.

semîramîs:
- çiya bêyî jagûarên jakaw bimînin hingê wawîk bajaran dixwin.

sinc:
- heqî û neheqî li gorî livandina berê lûleya çekê diyar dibe. agirê dadmendiyê bi ardûyê rastiyê tim neyê dadan wê tifika heqiyê tim bi ser serê xwediyê xwe de dixan bike; wê mîneralên ku di heqîba aştiyê de bibin berfa li ber tava havînê.

welat:
- mejî bîra çelerîn be jî, çawa be jî dil jê dewla xwe dike tijî; divê guh bê dayîn li azana zanînê ji lew re jî.

evîn:
- di kemînan de te kedî kir kirêtî. di siya dêliyên stewr de gewriya te hewandin goşî. tu ne welatparêzeke platonîk bûyî. eşkere dibû, dibû zingilê stûyê şêran raza veşartî. tu di devê korsanan de dibûyî beniştê cûtî. eniya te her beş bû bi başî.

semîramîs:
- belê li salona rûhî; can, konsera xwe ya dawîn pêşkêşî melkemotan dike haydar im; kîşwer hertim ahenga seqemê dinehwirîne haydar im; bav sibero wê li min bê xezebê haydar im. lê ey evîn guhdar be! porrê min tiberk e, piştî mirina min ta bi ta li dilketiyan belav bike.

( xwedê giriya ( baranê dest pê kir ))

sahne 2

(baranê xweş kiriye, hemû têgîn lal bûne, hertişt û herder di bêdengîyeke betilî de ne. bav û qîz tikîtenê ne. dever xalî, berrî. qurban, qîz; cellad, bav; delîl, darê almanî yê ku destê bavî de ye. )

semîramîs:
- guliyên min ji emrê min dirêjtir in; yabo dibe ku ez biperpitim û çipiskên xwîna min te edem bikin, ji lew re girê bide gulîyekî min destên min û yê din jî lingên min.

bav: ( bi qahr )
- top li bedena min bikeve, li min nebe sibe, ev tivinga ku navgîna qetla te ye, wekê marê teyyar înşalla bi min ve bide; cîhan û civak serê xwe bixwe, ez jî ruhê xwe; xwediyê xezebê qesem bi navê xwedê dê tu xêrê nebînî ji roj û şevên xwe.


semîramîs:
- te digot, tu yê bibî bûkeke xweşik, nageke enî-bi-kespik; çima te nedigot, tu yê mahr bikî gorrê û serê lûleya tivingê; seemîraya ku te sond dixwar bi serî, ji vir û pê ve êdî tu yê bi serê tirba wê sond bixwî.
heger hinekan qîza te ji te pirsî, çi bû, bi kû de çû semîraya delalî?; tu yê bibêjî, ``baranan ew xwar, êvaran ew revand`` bi dilekî şikestî û bi giriyekî ji keçikaniye ketî.

bav:
- êvar û baran bi qurban, xezala bavê xwe semîra.
( bav dixwaze ku baranê gullebaran bike ji kerban; çilapekên baranê direqisin û dibin dilopên gurover li ser lûleya tivingê; bûne şirronek serê herdu pêsîr û guliyên wê; semîra êdî kelijiye bi baranê re û diherike hundirê erd û axê. )

semîramîs:
- li ber min mekeve zêde bavo, salek ji çar werzan pêk tê; bihar, havîn, payîz û zivisitan; di her çaran de jî jiyame, bi mirina min wê zêde bibe werzeke din li werzan.

bav:
- bi serê baranên ku te ji wan hez dikir sond dixwim semîra; kî li te bipirse, ez ê bêjim teyrikeke rengîn bû, dil da, lê da çû zozanan.

semîramîs:
- cihê ku ez ê lê bême kuştin, dareke hinarê li ser gorra xwe dixwazim; bila jinikên stew bên paçik û zolikên xwe bi dara min ve girê bidin; ji min keç û lawan bixwazin; wê çaxê wê semîra ji nû ve bi her zarokê re bizê û vegere dîsa dinyayê.

bav: ( difişire )
- kûpê emrî ji destî şemitî, ket, şikest, roj û şev li erdê belav bûn, rê qediyan, çem gihîştin deryayan.

semîramîs:
- bibêje şivanan, bila pêz mezel bike li van deran, ji hestiyên çeng û çîpên min çêbikin bilûran û lê bixin ji bo qîzên bavan.

bav: ( hê jî difişire )
- dewl qetiya, kete bîrê li nav çolê; find tefiya, mijar qediya, çîrok nema.

semîramîs:
- heger dêya min meraqa min kir û pirsî, `` çima nehat dellaiya malê?``, tu yê bibêjî wê, ``mahr kir lawê xalê û bûye kevaniya malê.``

bav: ( hê jî ne li ser hişê xwe ye )
- ma nîşangeh û nîşan! gulle di hundirê lûleyê de betilî, can qerrimî, xwîn tevizî.

semîramîs:
- bila di şevên zivistanan de kes çêlî min nekin û min bi bîr neynin; ji xwe ez ê bi her kuliya berfê re dakevim dîsa ser rûyê erdê.

bav:
- kihêla bavê xwe, qey ji te heye ku ez dê ji ser mezelê te biqetim? ez ê bi ajalekî dirrinde bim û singê werîsê xwe li ber mezelê te bikutim, bi nobedar bim.

( bavê wê, pişta xwe daye semîrayê, ji bo ku semîra bireve û ji destê wî bifilite; lê semîra ji cihê xwe nalive. baran û hêsîrên bavê ji hevdu nayên veqetandin; bav bi serê çefiya xwe çavên xwe paqij dike, bêdeng e, reben e. )

semîramîs: ( di ber xwe de dibêje )
- tiştê herî çê, baran dibare.

bav: (bêdengiya xwe xera kiriye û bi yezdanê xwe re dikelime. )
- ey xwedê, tu tune yî! wexta ku agir berra genimên li ber dirûnê didan jî tu tune bûyî; wexta ku jinên ducanî tev dergûşên xwe di bin zerîpoşan de dipelçiqandin jî tu tune bûyî, wexta ku kalên heftê salî bi qontaxên tivingan perçe dikirin jî tu tune bûyî; wexta ku ji bo destnîşankirina mayinan mirov weke kobay bi kar dianîn jî tu tune bûyî, lê ez jî tune bûm!

semîramîs: ( kenogirî distrê )
- kevok im lê lê lê...
w`ez kevok im lê lê...
kevoka reş im way way...
li ser bana û bin bana
w`ez dimeşim way way...
aşiqê lê lê çavên reş im way way...

bav: ( diavêje ber )
- kevok im lê lê lê...
w`ez kevok im lê lê...
kevoka şîn im way way...
li ser ban û bin bana
w`ez dixwînim way way...
aşiqê çavên şîn im way way...

(stran diqede, bav qutiya xwe ya cixareyê derdixe, kezeba xwe dixe nav çermê xwe û dipêçe, janên xwe dikişîne, ewrên êşdar yên dixanê ji devê wî derdikeve)

bav:
- xezala ber deriyê malê ya kedîkirî nayê serjêkirin.

semîramîs:
- herkes biqasî êşên xwe dijî; ê ku êşen wî/wê pirr, pirr; ê ku êşên wî/wê hindik, hindik dijî. hemû emrê cîhanê min bihartiye !..

bav:
............

(bav li cihê ku rûniştiye rabûye, wî destên xwe hişk li tivingê jidandine; kenekî keliyayî li ser rûyê semîramîsê dest ji bavê re kil dike. nîşangeh û nîşandar amade ne. her dilopa baranê berî ku bikeve erdê ji bavê re dibêje, ``naaaaa!``

tiving dilîlîne...
û teqîn!...

gulle diçe ji bo binamûsiya semîramîsê ji eniya wê ve, wê maçî dike.)
Helbestên din ên Helbestvanî/ê