A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
Rênas Jiyan - Qesîda Qedexe
470 Xwendin
0 Ecibandin
Asoya Helbesta Kurdî

Rênas Jiyan - Qesîda Qedexe

berxikên berdûş,
zû ji dergûşên xwe dûr ketin
di çardehsaliyên xwe de
ji çekên çardeh derb çak hez kirin
di bîst û çarsaliyên xwe de
- hê tayekî spî neketibû porê wan
mal şûr,
talde cercûr,
milk şikeft:
û gor şikart hilbijartin
birayên min wisa xweşik mirin,
wisa tahmstran mirin
hûn bibînin
hûn dê ji kêfan bimirin ...

heman ferxik,
di azmûna şerê qiloçan de xwe selmandin
bibûn beran
mîmarên baranan
gorên wan hatin vedan li navenda ewran
simbêlê min îdam dibû,
devê min tije viyolîn
lawijên bi qasî şêraniya mewîjên babîlan min dinehwirand
fırmêskan esman dimeyand
fêris û firêz
bi min re diîskiyan
qebileyên qulingan,
li ser serê min seansên firê dikirin
qidûm nedima ku serê xwe hildim
berberoyên reqas stûşikestî dibûn
distewiyan
mijangên te yên qereçî
guliyên te yên qarmeçî

qelbê te yê qesra qaçaxçiyan kanê? ...

kanî...
miçiqîn

çavên te, mexzenên şeraba sor
nêrîn bi nêrên vedixwim
serxweş im
qera min, qemera min, qedera min
tu nizanî
bi kabên çongên zarokên min bi qumarê dileyîzin
wechê xwe bi gîsinên cot biqelêşim bê feyde ye
ezbenî zebanî
tu jî nizanî
gunehê min
heta gorê hezkirin
katedral û camî bûne cangorî
rûpişkirî ye pira selatê bi ya mala badê
şeytan şehîd ketiye
poem pelixî ye
di bin simên hespên pêxwas de
pêtal diperitîn di tariyê de
rajena min erdhêj hildavê
teqez terikandinek li pey e
giliyên xwe li gulleyan dikim
diya diyalogan delalê
wext e
keserên xwe yên te kesidandiye bibêje
penguen li peravan baskvekirî
duayên avê li ser min dixwînin
ji micewherên mihacir gora beranan ava dikin
yara li ser pûrta singa min diçêriya
sûsika nazenîn,
êdî deyne kokteyla xwe ya kulîlkan
wext e
ji berxikên berdûş re
qesîdeyeke qedexe,
ji piyanoyên miqedes lêdikeve
hemû ba bimbekirî ne
balinde kespik in bi eniya bilûran ve
û her ku navê hestê keser be,
şûrê me, jê re serberjêr e
lewre, bêrî di navbera min û te de bedew e ...
Helbestên din ên Helbestvanî/ê