A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
Rênas Jiyan - Ne Tu
635 Xwendin
2 Ecibandin
Asoya Helbesta Kurdî

Rênas Jiyan - Ne Tu

`ne tu çente çente!
çente çî ye, çente ha çente..
li ser çentê te
min xwîna xwe xistîye çevê xwe
îcar tew tu bî hesab li cem te
çentê te li cem te
destên we her tim di hev de
ez ji çenteyekî bêtir mişttir im bi te
her tiştê te di dilê min de
hundirê min çentê te..

windakirina min;
li balafirgaha welatekî biyanî
ji windakirina çente û cuzdanekî
xerabtir serî digerîne li mirovî..

ne tu sî sî!
sî çi ye, sî ha sî?
li ser sîya te
min xwîna xwe xistîye çavê xwe ..
îcar tew tu bî hesab li cem te
kengî tu derkevî derve
siya te li pêşîya te
wek kar-xezalan xwe çindik çindik li erdê dixe
wek cewrikê ku çav li xwedîyê xwe bikeve
xwe davêje nav lingên te ..

mirov û siya xwe li hev nekin û
hevdu kambax bikin jî
her kes wî terk dike
lê siya mirovî tu carî wî terk nake
di dinyê de ji siyekê dilsoztir tu tişt tune
sî tu carì hevalê xwe nahelê bî

havînî, esirkî, ez siya çiyayekî
dirêj dibim, têm (ber) lingên te yên bişengî

`ne tu, bêhn bêhn!
bêhn çî ye, bêhn ha bêhn?
li ser bêhna te
min xwîna xwe xistîye çavên xwe
îcar tew tu bî hesab li cem te
min di bêhnekê de ji te hez kiriye
ne bêhna te be we bêhna min biçike
ez te bêhn dikim heta ku firnikên min bişewitin
ne wiha be hundirê min bi te mişt nabe
ne wiha be ruhê te tev li ruhê min nabe

piştî bazdaneke zor û dirêj
bibihîze dengê bêhnstendina difna hespekî;
"fiiirrrrrr! fiiiiirrrrrrr"!
ez wek hespekî tî û betilî te bêhn dikim ...

deşîfrasyona ji pirtûkê: Heb Hinarkê
Helbestên din ên Helbestvanî/ê