A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
Rênas Jiyan - Kul û Kulîlk
3943 Xwendin
18 Ecibandin
Asoya Helbesta Kurdî

Rênas Jiyan - Kul û Kulîlk

ger ez ba bûma
min ê porên te bi alasta
ger baran bûma
min ê xwe li nav çavên te bixista
îcar jî ji vê kulê nemirim
ji bilî kulîlkan
careke din hew hez dikim

xezalên tî avê vedixwin
ji golên çavên te
çûkên baskokirî
dilûsin li ser milên te
meşka xwînê ye ev dilê te
hevîrtirşê êvara ye kilê te
îcar jî ji vê kulê nemirim
ji bilî kulîlkan
careke din hew hez dikim
Helbestên din ên Helbestvanî/ê