A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
Rênas Jiyan - Kolleksiyon 4
170 Xwendin
0 Ecibandin
Asoya Helbesta Kurdî

Rênas Jiyan - Kolleksiyon 4

Kolleksiyona 4`em, li lîsê, salên terr
Ev çirûsk, ji şewqa kêreke barûte hatiye berhevkirin,
Di tahma xwepeyitandina xortekî ya li himberî
hevalên xwe û di bêhna pîrekan de ye

Lîse,
Ango taştiya emr
Ango lîstina bi kêran
Heyecana pelandina demançeyan weke hêtên qîzan
şûna jopên girtina xwepêşandanan
Sazkirina xeyalên erotîkî li gel keçikan
Lîs e
Lêvên te, riha min cara ewil kurr dike
Pizikên min serên xwe berra ber xwe didin ji fediya te

Tu kuxika çixareya min a ewilî yî
Tu rondikvexwarina ewil a giriyê min î evînî yî
Tu lîseya emrê min î
/(li paş hewşa mektebê
Heke tu werî bin wan daran
Bi soz!
Bi vî dengê xwe yê nuh qalind bûye
Ez ê azan bidim navê te
Lîse,
Mekteba min çavên te)/...
Helbestên din ên Helbestvanî/ê