A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
Rênas Jiyan - Kolleksiyon 17
151 Xwendin
0 Ecibandin
Asoya Helbesta Kurdî

Rênas Jiyan - Kolleksiyon 17

Kolleksiyona 17`em, li qebra qesra tenêtiyê, payizî
Ev çirûsk, ji biriqandina şîrêza li ser pelên zuqqimê
Hatiye berhevkirin,
Di tahma quzelqurtê û di bêhna kufnikê de ye

Bahr jahr
Mizgîn enderîn
şewba hibrê ez bi şerbê xistimê
û tenêtiya min a terorîst xwe vezelandiye
Li ser doşeka tahl a emrê min î zahferan
Rê:
Weke kêrê di bin lingên min de dihere û tê
Reng:
Kesixîn
Deng:
Bûn pûş û şewitîn di kadîna guhê min de
Ax rûyê te gundekî xerabe!

Li gastîna çavên min, kund, bi dengekî tund dixwîne
“kuro! Agir berra bejna xwe ya pênûsî bide,
Kuro! Stûna stûyê xwe bide ber dahsan, bişikîne“

Lê lê mê kalanê
Her û her şûrekî şilfîtazî mam li vê salona heyatê...
Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê helbestê nakî?

Helbestên din ên Helbestvanî/ê