A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
Rênas Jiyan - Koleksiyon 7
203 Xwendin
0 Ecibandin
Asoya Helbesta Kurdî

Rênas Jiyan - Koleksiyon 7

koleksitona 7`em, li mizgefteke zerdeştî, eşakî
ev çirûsk, ji reqsa li ser canê te yê yazî hatiye berhevkirin
di tahma qeliya qitikên dermale
û di bêhna himêzên dergîsiyên bêhgijnij de ye"

hew ji goşt kinc li ser te maye
a niha tu sêveke qeşartî yî
çavên te ji avê
bi canê te yê tazî şa dibe agirê mizgeftê

li dîwarên mizgeftê xetên xela hevşahiyê
û doşekeke ji pûş li quncikê wê

tu û ew agirê mizgeftê hûn cêwî ne
tu û ew agirê dojehê hûn xwînî ne
kaniyên girên sînga te kevz girtine
divê ez biherikim hundirê te...

belê dilketî
tu kihêla ji êgir î
tu jî dizanî
bê ez ne ew qasî mêr im û binihêrim li canê te yê tazî
bi van çavên xwe yên fîncanşikestî

kulîlk kulîmekên te
di newala te de eyloyek li hêlîna xwe digere
bêhna porteqalan tê ji porê te
divê ez biherikim hundirê te...

Ji pirtûka Mexzena Xwînê
Helbestên din ên Helbestvanî/ê