A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
Rênas Jiyan - Koleksiyon 5
254 Xwendin
0 Ecibandin
Asoya Helbesta Kurdî

Rênas Jiyan - Koleksiyon 5

koleksiyona 5`em, li amedê, li ofisê, destê êvarî
ev çirûsk, ji şewqa hungira li myê te biriqî hatiye
berhevkirin
di tahma firo û di bêhna gezo de ye

ba li hemana
bajar betilî
êvarê serê xwe daniye ser çonga biharê
kirasekî dawa wî fireh û bê mil li te ye
du heb jîndar di hundirê te de dijîn;
yek jê ez im tev li xwîna te bûme ku
tu kes nikare min û wê xwînê ji hev veçirîne
û ya din jî di malzaroka te de bebek e ku çêbibe
ez ê wê jî ji lêvên wê maçî bikim

a niha em li ber devê deriyên qesrên kapîtalîst in
zarokên xizan û gemarokî xwe bi dawa te ve dizeliqînin
bo bipîvin bi mêzînên xwe yên destan çirûskên çavên te
"eta eta!" dibêjin û li dû te dibezin
tu besteniya destê xwe didî wan
bi ya te be, tu yê min jî li wan par bikî
min nizanîbû ku di çavên te de ez ew qasî pir im...

li amedê destê êvarî û havînî
jin,li devên deriyan rûniştine û qala eyalên xwe dikin ji
hev re,
kezebfiroşek şîşa xwe di "kezeba" xwe de radike û
dibirêje,
li qeraxa dîclê çend zarok bi çêm de dimîzin

li amedê destê êvarî û havînî, jiyan; meqnetûs e.

Ji pirtûka Mexzena Xwînê
Helbestên din ên Helbestvanî/ê