A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
Rênas Jiyan - Koleksiyon 21
451 Xwendin
0 Ecibandin
Asoya Helbesta Kurdî

Rênas Jiyan - Koleksiyon 21

koleksiyona 2l`em, li qoserê, zivistanî
ev çirûsk, ji çavên lawikekî çavtav ê di teşîrkirina kekê
xwe yê milîtan de,
ji bo xwe nede deşîfrekirin û lê xwedî deraeketiye
hatiye berhevkirin
di tahma jahrê û di bêhna zilindarê de ye

weke lûlûyên li stuyên keçikan hatibin rêzkirin
di nav çiravê de hatibûn rêz kirin
weke peyvên helbestekê yên li ser rûpeleke sipî,
ku weke çivîkên li ser têlan rêz bûbin hatibûn rêz kirin
çav û devên wan ji xwîn û heriyê xetimî bûn
sivik bûn, ên çê bûn,
devliken, rûlireqs, dillidîlan bûn
li kêleka hev paldabûn
bê guh, serî nîvjêkirî,
laş ji birînên guleyan qulik-qulikî
a mê hatibû tecawizkirin bi mirîtî

girê qoserê sînga xwe hedimand ji li xwexistinê
û li qosera bêsînema dibariya baran
çawa dibariya, çawa digiriya...
weke tu ji devê kwîz berdî
ji filmekî barbaran re şoreşvanên baranan bibûn qurban
qoserê di dawiya fîlm de li çepikan xist
wan li me dixist
me ji wan re li çepikan dixist...

Ji pirtûka Mexzena Xwînê
Helbestên din ên Helbestvanî/ê