A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
Rênas Jiyan - Koleksiyon 20
455 Xwendin
0 Ecibandin
Asoya Helbesta Kurdî

Rênas Jiyan - Koleksiyon 20

koleksiyona 20`em, li mişextiyê, deqnanoz
ev çirûsk, ji şewqa birûskeke şîzofren hatiye berhevkirin
di tahma hezkirina qahpikeke ji dil û di bêhna hiriya
pezê şil de ye

wexta ku surxûn dibûm
min zanîbûya, ji dêvla çentê li milê xwe
min ê welatê xwe
yanî kurdistana xwe
û aramiya myê te
min ê we bi xwe re bianiya
di hundirê qewlikê qurana xwe de
çi fêde!..

hew di biryara hilbijartina bindestiyê de
em serbest hiştine

û ji bo mirinê ji xwe êdî pir dereng e
û veger qedereke perçeperçe ye
weke masiyê di nav avê de ji nav destên mere dişemite

li ser myê vê erda ku derzika pişta wê ji ya mara
ku beşerekî/e bendemh ji mirov hez dike
ku mirov biskê serbestiyê bêhn dike
tu dibê qey
qetleke heram e

ez dibêm qey
gava tu hez dikî, tu ji welêt jî xweşiktir î.

Ji pirtûka Mexzena Xwînê
Helbestên din ên Helbestvanî/ê