A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
Rênas Jiyan - Koleksiyon 16
301 Xwendin
0 Ecibandin
Asoya Helbesta Kurdî

Rênas Jiyan - Koleksiyon 16

koleksiyona 16`em, li avdestxanê, berî orgazmê
ev çirûsk, ji teyisîna perçeyên neynikeke şikesfî
ya tuwaletê hatiye berhevkirin
di tahma erotîzmê û di bêhna mîzê de ye

deverek
tuwaletek
girtî
genî
û tarî...
qesra hîn bi tîrêjên rojê muşerefnebûyî
mîkrokozmogeniya cîhanî
di têkoşîna bi desthilatdariyê re keleha yekta
ya bi destxistî

cihek
sembola mirovahiyê ya li ser qilafîskan hatiye avakirin
ji ber ku însan, bi hîs û raman tê de taziye
bi bêşibakebûnê hatiye ricimandin
an jî çavên wê hatine derxistin

warek
li ser aliyekî dîwarê wê tabloyên pomografîk
li aliyê din gotinên îdeolojîk
li ser myê erdê cihê yekta yê serbestiya bêsînor lê tê
jiyîn
saziya berî parlaman û mizgeftê
labaratûwara fîlozofiyê

Ji pirtûka Mexzena Xwînê
Helbestên din ên Helbestvanî/ê