A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
Rênas Jiyan - Koleksiyon 15
356 Xwendin
0 Ecibandin
Asoya Helbesta Kurdî

Rênas Jiyan - Koleksiyon 15

koleksiyona 15`em, li xwînxanê, eynter
ev çirûsk, ji biriqandinên qirîstalên qeşê hatiye
berhevkirin
di tahma biraştina goştê însanên mirî
û di bêhna berateyên peykerên qefilî de ye

qesrek ji qeşê
heykelên devê deriyên wê diricifin
ji sermê
tiliyên min diweşin
rengê xwînê sebx vedaye li mermerên binê wê
ji jêrzemîna wê qîrîna mebredkirina kêran tê
hudûdê şevê dabeliandiye sînorê sehera sibê
û qerepera bê

ji çaraliyên mezrîbên qesrê diherike xwîna keçkaniyê

serê karxezaleke serjêkirî ji bo gewdê xwe digirî
di kûpên mezin de jahra meyandî

li salona wê
hûtekî heftserî û pîrebokeke portîremahrî
bi hev şa dibin bi jakawî, şilfîtazî
refeke pelçimokên lûsiyayî bi firê dikivin
ji nalînên zewkê yên pîrebokê

di tariyê de teperepa lingên tiştekî bixof tê
li jorzemînê
hîrehîra kenên cinan
niha ji zû de divê xwaribin wawîkan meytên geniman

pîrasêr bi şûjinê di birîna canê bedewiyê de bîrê dikole
li împarotoriya bahozê
nav û kincên sor li xwe neke
heke te sar be kefenê min li xwe bike...

Ji pirtûka Mexzena Xwînê
Helbestên din ên Helbestvanî/ê