A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
Rênas Jiyan - Koleksiyon 13
349 Xwendin
1 Ecibandin
Asoya Helbesta Kurdî

Rênas Jiyan - Koleksiyon 13

koleksiyona I3`em, li stêrkekê, nîvêşevê
ev çirûsk, ji çirûskên stêrkên çavên te
hatiye berhevkirin
di tahma însanên dizanin biêşin û di bêhna felekê de ye

tirs-tarî-tenêtî-
ferîşteya firtoneyan mhê min bi firê xist
hezkirina stêrkan bask bi min da zîldayin
hewesa herêmên ji heriya rengîn; bûn sedema sewsîtiya
min
a soxî
li jor im
a niha
tenik im, hênik im, sivik im
ji malzaroka cîhanê derketime û nû hatime holika kaî-
natê

hemû nasnavên xwe û navên xwe
min di kûrahiya valahiyê de şewitandin
hemû têgeh,çek,agir,cil û xwêya xwe
li cîhanê min ew hiştin li şûna xwe
min bûyer û dîyardeyên cîhanî,
giş kirin bîranînên sipî li şûna xwe
li peravên tavê pêrgî şopa piyên xwe hatim
di dêv de ziman perçiviye li vir
pêwendî bi telepatiya hîsan tê pê
ez li vê stêrkê tazî û beredayî

valahî-firehî-kûrahî
bêdawîbûneke dahbe li jêr diherike
şînbûneke şêrîn mirov dikişîne hundirê xwe
şûna pariyê devê min di hîva sêv de dixuye
dilê min ê ji zû de wendayî
li vir bi navê tavê tê pêşwaziya min

bihost bi bihost gerdûn min bi çirûskan bizar kir
li ser meteorekî ji kevirê arbeşk rûniştim
û min ji xwe re û ji we re û ji xwedê re
stranên fêkiyên wê stirî stira
ne xwedê û ne jî beşerekî bendemh ji min fahm nekir

wext, rewş, cih, mijar û pîvan bûn arvan
di bin şekala mejiyê min de
bi gavên şopa berfê wê hê meşên min bidomin...

Ji pirtûka Mexzena Xwînê
Helbestên din ên Helbestvanî/ê