A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
Rênas Jiyan - Koleksiyon 1
641 Xwendin
0 Ecibandin
Asoya Helbesta Kurdî

Rênas Jiyan - Koleksiyon 1

koleksiyona 1`em, li ber şibakê, destê sibê
ev çirûsk, ji flaşa birûskekê ya zarokanli ber wê
fotografên xwe dikişandin hatiye berhevkirin
di tahma berfdimskê û di bêhna nanê sêlê
yê zivistanî tê lêxistin de ye

tu nuh ji xew radibûyî û
tu weke ku derek te birîn bûbe û
tu tavilê bi meraq li wê birînê binêrî;
tu li berfê diniherî
tu jî weke berfê bi piranî bi şev tê,
ji nişkê ve sibê zû sipî dikî her derê
xewa bi te re ji lênerîna berfê
ya li ber şibakê jî xweştir e
te bi berfê ser çavên xwe şuştiye û
xwiriniya xwe kiriye

tu ji dola kuliyekî berfê yî gewrê !
tu berf î,
ez berf im,
berf im,
berf im
lê lê nar lê lê nar…
ji devê te yê fîncanî keldûmana qahweyî difûre

mi go?
ne ji te be, wê kes berfdimskê nexwe,
ne ji te be, wê zarok reşêle û têtiyan negirin
tu berf î ji ber ku
berf...

Ji pirtûka Mexzena Xwînê
Helbestên din ên Helbestvanî/ê