A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
Rênas Jiyan - Kerem Bike
3595 Xwendin
5 Ecibandin
Asoya Helbesta Kurdî

Rênas Jiyan - Kerem Bike

ewil em ji hev hez dikin
lê bi dûre
em heyfa hezkirina xwe ji hev hiltînin,
ez baqek kul im,
li ber te hazir im,
di destê min de qevdek xencer
kerem bike
tu bi kêfa xwe

ez gîsin im,
cotê rastika porê te dikim
xebera te ye ez naêşim,
ez hesin im,
lê giriyê te ez rizandim,
çavên te ez xurde kirim,
ez kulmek bizmar
û bihostek zengar
li ber te hazir im ,
kerem bike
tu bi kêfa xwe

em ji hev re xurt in
xurt û çawa xurt!
em di qurtekê de hevdu xelas dikin
li ser bênderên striyan hevdu pêxwas dikin
ez satilek xwîn im
li ber te hazir im
bi tiliya qeraqûçkê, min tehm bike
tu dirijînî, tu narijînî!
kerem bike
tu bi kêfa xwe


serî strî,
binî Herîrî
ez şîn hatim vê biharê li qilaçekî
çend zarokan
bi adodeyan
ji kokê de ez rakirim
jana kokê,
bêriya çolê
ez pijandim, perritandim
ez kereng im
li ber te hazir im
êdî tu min dixwî yan ez xwe dixwim!
kerem bike
tu bi kêfa xwe

gava herdu çeneyên me dibin yek
devê me dibe hevringek
ez hogeç im
qiloçên min di kendalên jiyanê de asêbûyî
di devê min de zimanekî kerengî
ez hogirî lêvên te yên hevringî
li ber te hazir im
êdî tu çermê min dixî ber an jî hiriya min dibirrî,
kerem bike
tu bi kêfa xwe

em ji hevdu re kevir in
carna gundor û carna curn in
va ye mîrkut, va ye qeysik
ez xaniyekî zivistanî dilop dikim
va ye kuling, va ye tevrik
ez genimekî bin bênderan para elok û mirîşkan im
va ye bêjing, va ye pînik
li ber te hazir im
tu xwediya min
kerem bike
tu bi kêfa xwe
Helbestên din ên Helbestvanî/ê