1. hesin bi xwînê avis in tanqên wan dizirrin çekên destên me dikuxin ji bilî me hemû herêm, heta bi minare û daran çong diricifin li pêş min xencer, li paş min gur, li benda ketina min in ji bo ser jê bikin û bixwin, diranan li min diqirriçînin mirin qurîncokan dide canê min heger zilm be ev çong wê tu carî nefisin
2. em kurd bi zimanekî çiyayî ji we re dibêjin li çola xwe vegerin û heta hûn dikarin qûma xwe bi serê xwe dakin êdî fam bikin kevir ji hebên qûmê girantir in çiya ji çolan bilindtir in
3. Kêrên xwe bi Hecerul Eswed tûj kirine şehadet e bilêta bihuşta ku ji bo wan kerxane ev der Koban e li vir xew, balîfa maran e xwarin, jehra şahmaran e ev der Koban e hezkiriya çiyayekî dilovan e ma kîjan çiya hezkiriya xwe di nav lepên bênamûsan de dihêle? ma kê, kengî dîtiye bê çiyayek bûye kole?
4. Ez hazir im, hûn bi topên xwe, ez bi qeramûşkên xwe ez hazir im, hûn bi zirxên xwe, ez bi kefenê xwe ger ev dil bireve xwîna min lê hillikî heram be ger ev çav bitirse dîtina min lê xwîna xenzîran be di hundirê her kurdî de çiyayek dibawişke ger rabe, ezraîl di nav lepên wî çiyayî de dibe berate! ger rabe, ne şûr, ne şêr, ne balafir û ne jî xefik xelasiya tu tiştî tune ye, giş di bin de dipelçiqin û dibin nanik
5. Serê ku ji bo azadiyê jê nebe li ser laşê xwe bar e bajarê ku li hemberî koletiyê hûrhûrî nebe ne tu bajar e kobanê ez heyran im veneşêre nebêje serçavê min tarûmar e ji wechê xwe bikişîne herdu destên xwe ji wî rûyî bedewtir nîn e ku ji bo azadiyê êşiyabe bindest im, min tu carî azadî nedîtiye bi çavên serê xwe bihêle berî ku ez bimirim carekê bibînim rûyê te
6. Ne kêrên qurre ne tanqên dehbe û ne jî topên zimandirêj û lewçe nikare di dilê me de şîrê berxwedanê biqusîne kobanê di tarîtiya barbariyê de elmasek e heta dinya hebe wê di stûyê kurdistanê de bibiriqe
7. Hooooo welatparêz, dengê min tê te ne!? te destvala gulle ji desthilanîn xistine bejna te ala min e hooooo welatparêz, dengê min tê te ne!? tu li kû bikevî ew der sucada min e serê te sonda min e çavê te, reş, reş, reş... mishefa li ser sînga min e rûyê te, teyr, teyr, teyr... tawisê li ser serê min e
8. Şervanek ji bahozê re distrê rê û rê berf birê wê bager berxikê hembêza wê bi eslê xwe ji bajarê baranê ew şengê ye, pengê ne hemû keçikên şengalê di kozikan de bi veşartokê dilîzin ew û mirinê bombe ji qehran diteqin ji bişirîna li ser rûyê wê serê xwe pêçaye bi şara şehadetê hooooo arîn mîrkan kurdistan pirr li te tê! tu xezala dîrokê hooooo arîn mîrkan me navê çiyayan li xwe dikir berê! lê em ê navê te li çiyayekî bikin vê carê
Bo Qerecekê 2 - Ebdulla PeşêwSpas ji karî we yî delal û hêja ra, Xwezî va kerolmendên me yên ku devî xwe kirine qûnê dijmina va helbesta bixwendana dibe ku li kertiya xwe hay bana. Bijî ji we ra