A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
Rênas Jiyan - Ferguson
848 Xwendin
1 Ecibandin
Asoya Helbesta Kurdî

Rênas Jiyan - Ferguson

'Ji bo cotkarê ku hovan ew li Efrînê li ser trextora wî kuşt'

ev trextor qeresiya te bû
bi te re direqisî
şîv û şev û şûv...
tu û ew û rêyên efrînê...
hew dibû lo!
balo dilê mirov dikeve hesinan jî

gava te vitêza wê diguhert
qirpika wê hildihat
ji kêfan serxweş diket

ax, cotkarê xwêdana wî zeyt!
rabe ser xwe fergusona te xwe ji tînan kuştiye
em dikin û nakin dilopek mazot jî venaxwe
morikên ku te li qirika wê girê dane
giş qetandine
hew bi destê ti gîsinî digire naxwaze zeytûnan jî li pişta xwe bike

ax, cotkarê xwêdana wî zeyt!
rabe ser xwe fergusona te xwe ji tînan kuştiye
em dikin û nakin dilopek mazot jî venaxwe
morikên ku te li qirika wê girê dane
giş qetandine
hew bi destê ti gîsinî digire naxwaze zeytûnan jî li pişta xwe bike

cotkar ti carî gorên wan çênabin.
meytên wan li nav erdan tê çandin.
ew zad in.
biharî tovên wan dîsa serî hildidin.

*Berfwerîn, Weşanxaneya Belkî, rr: 56-57
Helbestên din ên Helbestvanî/ê