A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
Rênas Jiyan - Ey Pakrewan
6832 Xwendin
11 Ecibandin
Asoya Helbesta Kurdî

Rênas Jiyan - Ey Pakrewan

ey pakrewan
ey mêr lawê mêran
ey ji jîyanê çav-têr lawê çav-têran
ancax yekî wek te bi îman
ancax yekî wek te ruhê wî têr stran
karîbû ji bo serbestîyê, bindestî bidaya ber şûran
wêran wêran wêran wêran..

ey pakrewan
ey birûsk qîza birûskan
ez ê hemû stêrkên li ezmanan
ji bo sedeqeya serê te belav bikim ji dêvla xêran
ez ê hemû çiyayên çîçilaskî
bi dora serê te bigerînim ji te re bikim qurban
şehît ketiye şêr qîza şêran
xwe bi ser meytê wê de avêtîye
stêrkan
ew xemilandiye ji dêvla zêrran
dêran dêran dêran dêran..

ey pakrewan
ey xwîn-şêrînê biqasî tehma dirrîreşkan
ey di şerran de cirrnexweşê biqasî kurîbeşkan
te çermê xwe rakişandiye ji dêvla meşkan
te xwîna xwe kil kiriye bi ser xistiye rûnê azadîyan

ey pakrewan
ey dîlan qîza dîlanan
ey baran lawê baranan
ez dizanim tu hespekî serberradayî
tu çemekî bêserî yî
ez dizanim tu selaheddîn î ji pişta eyûbî yî
tu keyaksares î ji dola medî yî
ez dizanim gava ku tu bêjî berxwedan
gava ku tu bêjî kurdistan
li ber te nikarin xwe bigirin tu lawê bavan
dewran dewran dewran dewran...
Helbestên din ên Helbestvanî/ê