A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
Rênas Jiyan - Dilhilatdar
131 Xwendin
0 Ecibandin
Asoya Helbesta Kurdî

Rênas Jiyan - Dilhilatdar

Tûrê pişta me mişt stêrk
Dinya di kefa destê me de hêk
Em ê zilmê têk bibin, têk!
Em dilhilatdar in
Heta hemû desthilatdarî neqedin
Heta ev jiyan nebe jiyaneke din
Mirin be mirin!
Emr kirin be sed carî kirin!

Em xwediyê deştên kej in
Jan ji me re çêj û cejn
Em jin, em zarokên çem- bejn
Em dilhilatdar in
Heta hemû desthilatdarî neqedin
Heta ev jiyan nebe jiyaneke din
Dijmin be dijmin!
Xayin be sed carî xayin!

Em berfên cûnikî
Em baranen şîrikî
Em ê bi ser dinyayê de bibarin eşakî
Em dilhilatdar in
Heta hemû desthilatdarî neqedin
Heta ev jiyan nebe jiyaneke din
Girtin be girtin!
Dest bi darê kelemçeyan de rizandin be
sed carî rizandin

Em gel, sekna me qasidî, heykel
Ger biqûre bi ser me de hemû duwel
Yek ji me jî wê nelerize heke eyn em pel bin pel
Em dilhilatdar in
Heta hemû desthilatdarî neqedin
Heta ev jiyan nebe jiyaneke din
Daliqandin be daliqandin!
Bihêlin, ger pehîn li sêpeka xwe xistin be
sed carî xistin!

Bixwin û vexwin
Heta ku hûn bibeecin!
Lê wê ji we re neserife ew xwarin
Wê di ber we de bimînin çiya, bitirsin!
Wê we dabelihînin derya, veciniqin!
Ên ku wijdan û baweriya xwe firotibin
Herin û di dexlê desthilatdaran de xwe biqurnisînin
Hela bê wê bi kêrî çi bê ew temenê we yî xayin
Ew dilê we yî mişt barûd î mayin
Em dilhilatdar in
Heta hemû desthilatdarî neqedin
Heta ev jiyan nebe jiyaneke din
Hezkirin be hezkirin!
Xwe ji bo hechecîkekê kuştin be sed carî kuştin!

Ero desthilatdaro!
Sibê wê qet nebe wek do!
Hey min çavê te xwaro, dilhilatdaro!
Hey Spartakuso, Prometheûso, Hesinkaro!
Hey hespo, berbango, ken- kesk- o!
Gurçikeke te Kulilk e, yek Kerro!
Ma tu kekê kê yî lo?!
Tu siwarê Bozê Rewan û Hedban û Gêjo
Hêrsa te jîjo
Dilê te ji agirên tenûran mîjo
Kadizan û Qurixan û Karwankujan bi çargavan bajo
Em dilhilatdar in
Heta hemû desthilatdarî neqedin
Heta ev jiyan nebe jiyaneke din
Hût û cin bin hût û cin!
Mezin bin sed carî mezin!
Hesin bin sed carî hesin!
Helbestên din ên Helbestvanî/ê