A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
Rênas Jiyan - Aştî
1770 Xwendin
3 Ecibandin
Asoya Helbesta Kurdî

Rênas Jiyan - Aştî

li ser navê aştiyê, Bîra min
bi berateyên birayên min dihate hedimandin
navê min ji serçavê min bi biviran dihate xerritandin
(diêşiya, pirr diêşiya…)
(xwîn bû; ji ber gava ku min dest didayê wek
virçoqiyê rohn bû)
ji bo ku ser jê bikirina li salvegera tunekirina min
wan dermale kiribûn dil û gurçikên min
ez sunnet kiribûm ji zimanê min
mmmmmmmmmmmmmmmmm…
çawa tê gotin ez baş nizanimmm…
ez di desthilatdariyê nimmmmm…!

Bê Tişt, Diêşiya, r. 63, weşanxaneya belkî, 2013
Helbestên din ên Helbestvanî/ê