A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
Rênas Jiyan - 34 Gulle
2822 Xwendin
5 Ecibandin
Asoya Helbesta Kurdî

Rênas Jiyan - 34 Gulle

ey gulle!
kuro ev gel e
bi xwri·nî xwîna xorta venexwe
ma tu nabînî bi salane waweyle
ey kuçike tûle
a te ne bêvile
ger bêvil bûya
ji barûda hi·ndi·re mi·n we bi·şewûti·ya poz

welleh welleh heqête
mirov tew xwediye te bike yek gulle... ey gulle...

ey teyare!
ji tere bombeya te yare
jehra te jehra mare teyyare
ma qey yê qilebanê ne ezmane! ne yare!
ezmanan di herimîne firîna te
ji şerman serê ewran bera ber wan didee
tû ye rojekî dakevî erdê togê
tû bisekine

ey çîya!
bi perpite li xwe bixe bi hedime
ciwan xwe li navê te digirin
kewên xwe bite difirînîn
xwe dispêrin bejna te
le ti wan li ser xwe dikî sih û çar gulle
ti wan li ser xwe dikî berate
ma ev e mazûvanîya te
edî wexte
bila bi cizbê bikevin zinarên te
bila kevirên te di destên zarokan de bibin cebilxane

ey sînor!
ti kor bibî kor
îro zikê kantiramin ê çirîyayî ji min re buye gor
xwîna min gol
bi serê min î jêkirî te lîstin futbol
gol gol gol
mixabin xwîna min nakê çend galon petrol

ey berf!
bi şeref
ji çermê zikê min wan çêkirîye def
ji· berfdêmska xwîna min bi ser deve wan ketîye kef bi kef
dilê min hedef
ji hawara
devê min ê vekirî buye berqef
li ve kafiristane em mirin ref bi ref

ey netew
bila bi kuştiname bikeve yekitîya te
jibo xwedê me ji bîrneke
her çi liser kuştiname bêjin derewe
rastî ew e
we roj ê li ser we berf ê çêbubu ji xwîna me şilope
Helbestên din ên Helbestvanî/ê