A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
Remûzat - Kozmos
80 Xwendin
30 Ecibandin
Asoya Helbesta Kurdî

Remûzat - Kozmos

Ku ez ew bim û bibe pirsgirêk
Ez ê bibim kesekî din birêkûpêk
da ez û tu bibin em, her dem
Ez ê di bin kûrahiya kozmosê de
ji xwe re li wateyên cuda bigerim
Ez ê li çalereşan tovên berbiroyan bireşînim
Roj wê bê
Ez ê biçînim
Ez ê biqîrim
Dengê min tê te

Kozmos bi kurdî nizane
-Kirmanckî jî tê de-

Ez ê biqîrim
Ez ê bibim dengê bêdengan
Ez ê herim herba herfan bihedirînim
Ez ê herim bi toqan ferhenga xulaman bixeniqînim
Ez ê li sola hespekî siwar bibim û herim

Gûstêrkek dixurice ji asîmanê dûrî spêdê
Xuşînî kêm dibe, sîsirk disitirin
Gotinên me li hev nanêrin
Te bivê ez liv ir im
Sorelêv ji cihên xwe nalivin
Dengbirîn bilêta çûyînê dibire

Hişê min bûye girara qelaçan
Hemû hevok şijik in di devê min de
Betal im, betilî me
Riya ku nayê te nabos e
Bila navê te Neptun be
Yê min jî Kozmos (e)

Dikim nakim nikarim bi qasî maçekê jî ji te dûr bikevim
Û riya min bi qasî heşt hezar milyon maç dûr e
Riya min rizgariya ruhê min ê revok e
Di destên te yên têrevîn de ye nexşerê
Ji destxetan koçî biharê dikin çoleke
Firîna wan naqede heya roja mehşerê

Maçeke te heşt hezar milyon sal a dinyayê dike
Maçeke te min ji dinyayê dike

Ez ji gerîneka bîbikan têm
Dest bi stranekê dikim
Dest bi destên te dikim
Hemû laşê me diaxive
ji xeynî hişê me
Strana herî bedew e çavên te
Çavên min li çavên te
guhdariya stranê dikin
Di nebulayan de jî nabînim nêrînên te yên nuwaze
mişt kenên sexte
qulê dîwaran fireh dikin
Binmilên te stara herî ewle ne
Li binmilên te hînî hezkirinê bû aşiqekî suxte
Niha xebera ti kesî jê nîn e
Xudê hez ke
Belkî jî bûye yekî Xudreste

Vî zemanî her kes xwedî zimanê xwe ye
-Temo ne tê de-

Derzî nikarin vîna min biderizînin
Serbirr nikarin kefenê min bifesilînin
Lacan!
Bila çavên min te nebînin
Berevajî teoriyên te yên xopan
Ez û ew ji heman derê li hev dinêrin

Rê dirêj in
Û gelek stran hene ku em ê bibêjin
Divê peymana pevşabûnê nebe
girêdayî îmzeya Mîrze Miheme
Tu heyî û ez heme
ma ne bes e?

Asoxîn ez Remûzat min ji te stend ramûsana xwe
bi pênûsa hibirmaç li dora dinyayê digerim
ji rûpela dawîn tê îskîna beqekê
Rengekî din zêde dikim li reşbelekê
Mohra lêvên xwe li gerdena te dihêlim

Şofêr Beg
Ez ê li Neptunê peya bibim!

*Fermana Firindeyan, Weşanxane Belkî, rr:26-31
**Bi destûra helbestvanî hatiye belavkirin.
Şîrove
VIOLET BARNES
26-05-2023, 13:23:52
URGENT EFFECTIVE LOVE SPELL TO GET YOUR EX BACK FAST AND TO SAVE YOUR MARRIAGE! WHATSAPP +2348162247974

Hello my name is Violet i'm from USA i want to testify of a great and powerful spell caster my husband left me and the kids for 2 weeks when i called him he didn't pick up when he came back home the 3rd week he told me he wanted a divorce i was so sad i cried all night he left again i was so lonely the next day i was searching for something online when i found a spell caster called DR PETER who have helped so many people with their problems so i contacted him with my problems he told me it will take 24hrs and my husband will be back to me i did everything he told me to do and the next day my husband came back kneeling and begging he canceled the divorce we are now happy together DR PETER can help you to Email him at drpeterspellcaster21@gmail.com
https://drpeterspellcaster22.blogspot.com/
https://drpeterspellcaster.wixsite.com/my-site-1

WhatsApp +2348162247974

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê helbestê nakî?

Helbestên din ên Helbestvanî/ê