A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
Remûzat - Kolber
328 Xwendin
25 Ecibandin
Asoya Helbesta Kurdî

Remûzat - Kolber

Kolberê genimgwînî ku ji ber erdên bejî û ramyariyên
li dijî jînê nikare tovên hebûnê li gundê xwe bireşîne
li ber kendala xwebûnê galonekî bi têra heqê mehekê
ya navênda qanihkirina xwebişavtinê
-fêrgeha ku du dane duyê bide jibîrkirin
bi kêra ti tiştî nayê
li van deran rewşeparêzên deredemî
puxteya xwenefretê diparzînin ji kevneşopê
xwînê dikin zeyt ji bo çerxên pergalê
pêşbiryar tewtewqî ne
an dûv an birûyên stûr
bîrê wan kûr e, nekole.
me vekir bahola dîrokê
Apê Marx bi gopalê xwe dehf dida sêlingê
Dijbêjiya Hegelî dikir serserikî biçe
mila pençem pabend bû, dibû peya çaram
niza’m heta kengî dê bidome ev nîzam-
dike bigihijîne ji çar parçeyên ji rojê herî dûr
û di van deman de ya bêhna azadiyê herî baş dihelmijîne
kûr kûr.

Vê navê gur û kûçikên li doralayên wan
ji berê xerabtir bûne, toqên wan sist bûne;
nahewin, hem direyin hem tên mirov gez dikin.
Xwedê mala wan mîrat bike
ne tenê ne, gelek in. Wek revde ne. Tevde têde ne
ku mijar hovanî be mixrikiyên hezarsalî tên bincilkirin
lihevhatina wan li ser xwînê ye,
li ser kuştina kevotkên baskzêrîn

Di guhan de diçingin ewtewta kûçikan
Zûrîn û zirîn tevlihev bûne li çar aliyê çiyan

Bûkên Şengalê xwe diavêjin ji kendalan
Ev ne cara yekem e;
zana ne, heftê û sê caran xwendine ferman
xwe diavêjin, xwe dişewitînin
lê xwe nakin xulamê ti kesî.
Xuhên Derwêş in, xulamî nîn e di xweya wan de
ji çeperê ber bi mirinê ve dimeşin bêtirsane
pergala parçimkan perçe perçe bikin, dilepikînin

Genim ku da serî das jî buha dibe
Destê alîkariyê dirêj bû, kêr ne dûr e
Das dostî dinase, şervan şûrnenas e
bi radestbûnê re razî nabe
ti car jî nebû di dîroka Medan de
Ehvenîşer kî ye ehlê şer dizane

Binêr
Natorên vê axê tu û ez im, em in em!
Binêr
ew ê jî biçin sibe an dusibe
wek hîv û ster…
Ew ê jî biqeşitin bi ala xwe yên têr stêr

Ji kundên ku di xewnên Şerê Sar û
nivînên germ de radizên re
ne dijwar e bi diranfîlan rewşê şîrove bikin
Dinivîse her pênûs
Bila binûs;
Em ehlê soza xwe ne
Em mafdarê doza xwe ne

Di dest de ala spîsor, siya wê hênik
dûrbînên wan di dûrê demê de mane
ew di dahûrînên çîna Çînê de asê
bedbîn in, tenê xeletiyan dibînin pirî caran
wek sedemên Seddam in hewanên wan
hedara wan nayê
ji ber ku kurd dibin xwedîniştiman
De bixwînin!
bixwînin li ser kavilan
îro li gorî dilê we xopan e warê kurdan

Ne hewceyî rênîşek e
Em wan baş dinasin
Em wan ji koka saroxên malxeraker dinasin
Pelên dara sêvê hişk nebûne hê
bêhna wê di qirika me de; reş, tehl, jehr.
Em wan baş dinasin
Bi derewên xwe yên bi qoç û boç navdar in
Mala wan spî ye
wekî papîrûsa ku peymaneke qirêj li ser nivîsandî
Dikin me bi bendekê bende bikin
li bendê ne em kerem kin

Mala wan spî ye,
paqij in, çîlspî ne
Di vê serdema serfiraziya sembolîk de
Caesar in li ser serê me

Kolber peya ye, şerab nema ye
Ne dema hespên beza ye
Zivistan li ser zirnezokê,
stêreke potal e ro li asoyê,
bager zirrezop

Generalek rabû ji bin kavilên Kobanî
Dibêjin Mezlûm e navê wî
li ser sorşopa Mezlûmê li mexzena mirinê
dilsozê Partiya Karkeran
bi serbilindî derbas dibe ji ecacan.
General li payîza sêwî xwedî derket
gel li general
niştiman, li hemûyan

Rengê baranê fosfor e
dilop diriqin wekî çirûskên agir
dibarin wek kuç û kevir
Ewr tû kir rûyê beqan, senfonî qut bû
Ne wextê dawetan e
beq fêm kir, Bakurî fêm nakin,
fedî nakin.

bi cawekî spî pêçandine nasname
Ramîn kûrekûr dirame
nayê bidestxistin heta sor nebe
xeta sor e, nahêle
hingivê zingil divê
hov çov


Ey welat!
Soz be ez ê te bikim azad
Ez ê bibim bobelat li ser wan bibarim
Ez ne biyanî me, siwarê Hedban im
Hespê min kumêt e, xweşsiwar im
Dildarê Edûlê me
Latê Çiyayê Şengalê, agirê Hoşengê jîr im
Ez ê bibarim

Ho bedewiyên ber deriyê qesrê û
yên li qesra xwe xwe bedew û
desthilatiya xwe bêdawî dihesibînin
Bi sonda qesemê be em ê wê qesrê bikin qebra we
Girêspî dê bibe girêbayek dê serê we bixwe
Em ê xwîna we bikin şeraba hespên xwe
Wele ava Serekaniyê aveke pîroz e,
ne para gurê boz e

Xurt diweze bayê azadiyê, xurt
geniman diavêje meydanê
me yekcar pif kir,
ji nişkan ve belav bûn xubarên qalişkê

Guliyên Arînê yek Dîjle ye
yek Ferat
dibin çîncik ji bo nifşên nû ya welatê azad
gele diweşin yek bi yek
bihar cil û bergan didûre ji bo darên rût,
vedigerin eslê xwe
kêlên çar parçeyan dikelin hêdî hêdî,
tehma yekîtiyê stendine ji hev naqetin êdî
newa bi bayê re hevkarî dikin;
dibin fûteke kurdî di devê kolber de,
bi hev re derbejêr dikin çerxa felekê
çi tûj bû dîrok, qulibî;
bû çîrok, giloverok

Mezlûm, Arîn, Viyan û Berçem
Kawayên hemdem hene herdem

*Fermana Firindeyan, Weşanxane Belkî, rr: 33-44
**Bi destûra helbestvanî hatiye belavkirin.
Helbestên din ên Helbestvanî/ê