A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
Remûzat - Ji Te Naborim
475 Xwendin
27 Ecibandin
Asoya Helbesta Kurdî

Remûzat - Ji Te Naborim

Min qurnefil çandin di deftera bîrhatiyan de
mezin kirin bi çîrokên biratiyê re
defter di dorbendê de kovanbar
bi kul û xeman
mifte di bin paspasê de bendewar
li diyarê Kenan du çavên dûrî deman
dinêrin li albûma kenan
kizirek dibişire ji wêne
ji wêneyê wêran
ezeb bû hê kezebê,
tunebûna wî ezab e

kul çalereşek e
bi xwe ve dikêşe temenê
kul kurmek e
dikiriçîne perên pêşedemê

Reng werimîne, dikin biteqin
xunav digirin rûpelên xav, nayên xwendin
riste derizîne, ji rayên ximavbar xwîn dinizile
rabirdû şax dide, êş dide
lê wî nade

berzebûn verêkirineke netemamkirî ye
berzebûn bendemayîneke ebedî ye

ji xwîşeyê bêhna pelekî winda tê û diçe
bê silav û bê kilam
tên veşartin kilam, li şûna mirovan
sal çar demsal tepînk diçînim li van xakan

guliyên şînbar şîn dibin
dayik guliyên xwe dibirin
da ku gezgezok nepiçirînin

Destên xwe nedin dayikan
Destên xwe ji wan bikêşin

Darbest vala
Nîvco maye dua
Antîgone xemgîn
li deriyê goristanê

Neynik şilopîn in
Neynik bi mij in
Tu nikarî jê birevî
rûyên reşûspî bi bîr dixin
wêneyên qermiçî bi bîr dixin
Çend girî berhev bûne di binê çav de
Çend ken winda bûne di binçav de

Êş di hestiyan de girgîn dibin
Dayik dixwazin êşên xwe veşêrin
Kevirên wê meydanê şahid in
Dayik bi biryar in
Dayik li ser piyan in
Heta hestiyên stembaran daxilî qebrê nekin,
Venagerin!

Seyfo daliqandî ye
li ser mirinnameyê hema li pelê rojekê
jixwe ne wekî hev in?
Belkî jî ji hev xerabtir
bi xubartir
Bi sibehê re tê dikoşin
wekî dozên lêpirsînê yên bi demboriyê ve diçin
qanûn e, kanûn e
dawiya her duyan
Lê neke behs li şîndaran
Bila nebihîzin ti caran

Wer dibêje xwişkê:
Qelema dozê jî bişkê
Bîranînên di dil de dilmbûyî naçin ji bêjinga bîskê

Miço avêt gaveke xas
Saet çare çileyê ye
Bes
Postek xelas…

Qajîna postalan kirekir ji guhan dibin
Cemse jî dicemidin di vê sira sibê de
Kizir bi rewşê nizane
Tîrka ku bi tirkî dizane êşjimêrê dilezîne
Roj xwîndar diçe ava
Gotin badilhewa

Bayê beyanî berjengan bi xwe re dibe
çirûskên heqîqetê
pariyên hêviyê bi xwe re dibe

Cezayê rojnedîtin e mirin
qetûbirkirina demê ye
Mirin xewek ji deriyên xemrevînê ye
di cercûrê de guleya dawîn
Wey mirin, mirin!
Te gelek tişt ji me birin

Bîrek bêbinî ye di dile dayikê de
Ûsifek stêrkan dibarîne tê de
Dayik neçar e, nagihije
dilorîne, belkî di xew de biçe berxikê
wext her hingor e
dema gor vala be

Qurnefîl hişk nabin di deftera bîrhatiyan de,
kurmî nabin
Di rojeke şemiyê de ketiye şopa pelê xwe
hembêzhawarê
kulîlkên nû nas kirine li goristana gotinan
Xewnên xwe xeniqandine
Şevên xwe herimandine
Guliyên hêviyên xwe birîne
lê heta pelên xwe nebîne
Venagere!

Roja navneteweyî a dayikan
Dayikên Şemiyê hefteya 737’emîn

*Fermana Firindeyan, Weşanxane Belkî, rr: 46:51
**Bi destûra helbestvanî hatiye belavkirin.
Helbestên din ên Helbestvanî/ê