A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
Remûzat - General
720 Xwendin
27 Ecibandin
Asoya Helbesta Kurdî

Remûzat - General

Generalê payîzê fermana dawîn da
Hişş!
bêyî qêrînê, bêyî birînê
çi xeweke şîrîn e wekî mirinê…
Ewr terkeser in, bayên beyanî hişk û hola
Dîksilêman ber xwe nabîne ji mij û moranan
Pel giriyên darê ne
her payîz dar
şîndar û giryedar

Dema ku General mir werzek ma
li kuçe û kolanên Dêrgezênê
pelên zer weşîn ji salnameyê
ne tenê yên îsal, yên par û pêrar û her demistanê
dişewitin bo kulmek germa havînê,
arê kanûnê, tamara mirinê
bo xeweke xweş li Kurdistanê

*Fermana Firindeyan, Weşanxane Belkî, r: 45
**Bi destûra helbestvanî hatiye belavkirin.
Helbestên din ên Helbestvanî/ê