A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
Remûzat - Fermana Firindeyan
382 Xwendin
34 Ecibandin
Asoya Helbesta Kurdî

Remûzat - Fermana Firindeyan

Çivîk bi qasî asîman azad in
Masî bi qasî behrê
Eşqiya bi qasî çiyayan azad in
Gava te ez hembêz kirim min ferq kir
bi kelemçe ne destên min
destên te ez berdidim
destên te destên min
bi qasî şevê azad im
bi qasî fikra te
an çavên min kor in an hîç roj nabe

rasta acûran e cîranê cegerê,
Dîwar asê, rehjen kêrtkirî
Di mexzena metirsiyê de janedil mexel ketiye
xofên xef xedar dibin, xurttir dibin
ev eşqiya tenê eşqa xwe eşkere nake,
ne ku êşê nakêşe

bêhemdî ye çavniqandin
korîtî bijartineke bi zanebûn
ku dil bipeyivin guh kerr dibin
rêzîkê evînê ye ev
dildar dizanin tev

Hêviyên min ji mêwê ketin wek goşiya tirî ya hebhezar
Biesirînin, bikin mey da kes nemine
ji tehma vê evîna bêzar

Derewên herî delal di nîvê şevê de tên kirin
tu dibêjî ez naçim
ji tariyê şiverêyek dinizile
qey te hîç ez nekuştime?

Cendek li rastê ye
li darî çavan
Naxwazim ti kesê bişemisînim
lê cara paşîn te ew dîtiye
li vî warî, şev tarî, çav tarî

Di tariyê de mezin dibû gula herî delal
Gula herî delal jî bêrûmet bû di destê gulfiroşê de
gul bi dil dida
gul bi dil
ne ti bazar bû
Ceger xwîn dikir
Ceger xwîn dikir
Her kes di hinava xwe de mezin dikir yarê,
kujyarê
bêhna binevşê ketiye bûyergehê
dengê te ji nêz ve tê, ji hundirê derekê ve

Qufl li hundir e, mefte li paş
Dibe ku ev e ya baş
Kilê te kilîla keleha kerban e,
bar e, du bizot ar e,
Çavên te du qedehên lêm
li min nenêre ez ê bişkêm
Canê min dikutin dilkutkên te
paşjimêrên temenê min in
çikeçik nayên difetisim, dikim biteqim
dimirim, destên xwe nadim tayek porê
bêyî porên te diçim binê gorê

Min ji derewên delal koterek çêkir, kir stûyê xwe
deriyên bihûştê venebûn, ez bûm yekî zebûn
Xwedêkirî dojeh heye, dojeha stêrkên zenûn
firmêskên fêrîşteyan dinoşim ji qedehên qelş
qemûşkên qedexe dixwim, pesnê soreşînê didim
bo basko pûç e fermana firindeyan
çavên wî natirse ji firîn û mirinan

Tawanbar ji tavana gunehên xwe bêjna xwe ditewînin
ez dev ji te bernadim, ji te naborim
Ku ne ji kula te be çi qîmeta vî dilî heye?

Di dêst de geran
Bişikîne wan dîwaran, min nehêle li vê xewleciyê
Kilê,
Kula dilê,
Bêhna axê ya piştî baranê
Tu yî cîrana cegerê

Di zikê zinarê de vedibe beybûnek
ji erêniyeke nîvdiyar hêjatir e pelek
nikarim destên xwe bişom ji vê tewşikiyê
belê, eşq danûstandineke xirexavkî ye li vê dinê
lê belê ji xwe re kiryar dibîne li her der û zemanî
tu yî yek ji wan debengên eware
heke na çi îşê te heye bi helbestan re

Polenên beybûnan peyvên sermest dipişkînin
ji gurbika derizî dirijin ristên hingivîn
hirçê birçî bûye dengbêjekî dilikî
Ez ji welatê teyr û tembûran têm,
soloya tenêtiyê distrêm
biyaniyê xaka tiştên xweş im
olana bilûran berhev dikim ji devê dûlêran,
dikim derman li newayên detone didim
gava li qumriyan dinêrim stûyê min xwar dibe
jixwe li biyanîstanê her pênaber hin stûxwar e, ne wisa?

Wekî kaxizeke qurmiçî li papûran dipîvim
ez papîrûsekî nûjen, rehjenekî reben
kî tê pehînekê li min dide.
Kî tê şoperêçekê li min zêde dike.
Stêreke wan jî tune ye ku biteyise
term in, têrtemen in,
ji termînolojiya tenêtiyê tênagihên, bila bitemirin.

Rojên xweş jî derbas dibûn berê,
me ji xwe re çincîkek çêkiribû li pandula Foucaultî
tevdigerîn wekî peykeke ji rêgeha xwe derketî
em di çaxa xortaniyê de
siwar dibûn bi dûçerxeya Tolstoyî
tekerên me ji çerxê ve peqiyayî
gava tu çûyî ji min tiştek kêm bû
tiliyên xwe dihejmêrim, temam in
lê qala çi bikim di devê min de tehmeke tehl dihêle

Navê te çi ye nizanim
Ev ne evîn e
Evîn, hezkirin
Ev tiştên xweş in
yanî wisa dibêjin
Lê ez tenê êşê dikêşim
Navê te nizanim.

Teyba terabe lê dide
pîlên wê zeîf bûne lê lê dide
selîqe li hev asê dibin, navê stranê dernaxim
Nikarim
hefsarê herfên min girêdayî hevokên te ne
qul bûye binê tûrikê pînekirî
ketin, hûr hûr bûn hemû peyvên pûç û beredayî
tenê kul ma, yanî tu mayî

Tekerê pêşî girantir tê, parsenga min xera dibe.
Çûyîna bajêr bar e êdî
filmekî nû derketiye, temaşevanek kêm dibe.
jixwe tune bû ya dî
kaxizek ketiye bertekerkê. Xirexirek guhan diqulqulîne
Şijikên tûj kaxizî dihincirînin.
Kaxiz ji hev belav dibe,
li her papûrê perçeyeke xwe dihêle.
Di qirna qirkirina rengqemeran de
li qirna bîşenga xwe digere

pezek kêm dibe ji kerî, dilê dêlegurê jî dişewite
pez kovî ye bi eslê xwe, aşiqê kendal e

Kerên jar hêviyên guhêzbar lixwebarkirî,
Riya Karwanên stûstûr kemînvedayî,
nêrîna Karwankuj enfarûj,
Devê şikeftê girtiye gurdanek peyak.
Kundê kunende rast dixwend. Gundî bûne komprador.
Dem hingor, çilimçor semtexalî ye.
Kincên şûştî bi ba dibin
Her ku ez dikewicim bêrdang dipernisin,
zikê zinaran diqelişin.
Di serdema postkolonyal de eşqiyatî lîs e
Te bivê were, carek jî tu bilîze

Ji hin kesan re tîratek e jiyîn di bin ronahiya dikê de,
Tiratek e ji hin kesan re jî
li ber terazînê di nav germ û gemariyê de
her kes bi halê xwe razî ye
heke na çawa naqulipe ev terazî?

Etmanî ji tivingê pengizî
Ququ ji eniya xwe hat hingaxtin wekî Filîtoyî

Saetên serweran sekinîbin jî
dem dom dike berevajî
ji ber tiliyên min dişixulin kevirên xîzekî
li wêneyan nenêre, wêne derewîn in
tu digirî, ew dixinzirin

di gerdela masîvan de masiyên şîn jî gendel in
di gorê de miriyên çavkespîn jî kor in
li welatê dagirkirî asîmanê şîn jî bindest e
Neqehire
şîn şob e, çûkan bişopîne
siruşta çûkan sirûda serbestiyê ye


Wê gelek ba bên û babelîsk bigerin
lê nabare ev baran careke din
Rojek nema ku ew bibînin
dev ji dansa dawîn berdidin
perperîk otenazî dikin

Hin hevok nahelin li hewayê
Dikevin rû wek şiqamê
Bi dengê te dixwînim fermanê
vê çaxê mirin jî li xweşa min tê

Vê yekê bizanibe Edûleyê
Sed car jî be ez ê vexwim vê quzulqurtê

*Fermana Firindeyan, Weşanxane Belkî, rr: 7-19
**Bi destûra helbestvanî hatiye belavkirin.
Helbestên din ên Helbestvanî/ê