A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
Remûzat - Esmeralda
308 Xwendin
57 Ecibandin
Asoya Helbesta Kurdî

Remûzat - Esmeralda

Min tariya şevê li ber keysa xwe dît;
stêrk serxweş,
hîv birqonek
carekê vebû devê tirsonek

Esmeralda
min ji te re dil da
Ku Remûzatekî kirêt bim jî di vê çîrokê da
Bila navê min neyê bilêvkirin ji te cuda

Dizanim, divê wisa nebûya
Ti çîrok wisa dest pê nakin
di her xewnên rengîn de
neheng tim çeleng in

Di dêst de dar
ji paş ve diçerixînim vê çîroka qedexedar

Li xwe baş binêre.
Dibe ku berî vê hevokê du sê tiştên din jî te gotine
nayê bîra min
berî vê jî demên berê yên bêyî te jî
tî me, tî û kelogirî
divê hevokên wisa bi carekê ve dernekevin ji devî

Şewqeya min a şepirze di dîwarê de hilawistî
tîpên dabeşker darîçavan
ez li filketê daliqandî


Di dêmê te de xalek
navnîşana êşan e
her ku tu dikenî întîxara min dibe

Nivîsên bizmarî bizdok in, newêrin navê te binivîsin
bi ser peyvan de diçim
çavên te du dest agir berdidin di nîveka hevokekê de
daçek biçek in
lê ti kes nizane erka kirdeyê veşartî çi ye
di nava vê ziqaqa kesayetîveşar de

guleyek ji Gulê hat
gul bişkivîn cihê ku lê ket
bêhna sêvan tê
divê sê sêvên dawîn bin
hin çîrok şa xelas nabin
dibe ku lewra nayên gotin

Esmeralda,
rista winda
di wê şeva bêhîv da
min barê hebûnê hilda
eşq çû, êş bi min re ma

*Fermana Firindeyan, Weşanxane Belkî, rr: 20-22
**Bi destûra helbestvanî hatiye belavkirin.
Şîrove
VIOLET BARNES
26-05-2023, 13:22:50
URGENT EFFECTIVE LOVE SPELL TO GET YOUR EX BACK FAST AND TO SAVE YOUR MARRIAGE! WHATSAPP +2348162247974

Hello my name is Violet i'm from USA i want to testify of a great and powerful spell caster my husband left me and the kids for 2 weeks when i called him he didn't pick up when he came back home the 3rd week he told me he wanted a divorce i was so sad i cried all night he left again i was so lonely the next day i was searching for something online when i found a spell caster called DR PETER who have helped so many people with their problems so i contacted him with my problems he told me it will take 24hrs and my husband will be back to me i did everything he told me to do and the next day my husband came back kneeling and begging he canceled the divorce we are now happy together DR PETER can help you to Email him at drpeterspellcaster21@gmail.com
https://drpeterspellcaster22.blogspot.com/
https://drpeterspellcaster.wixsite.com/my-site-1

WhatsApp +2348162247974

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê helbestê nakî?

Helbestên din ên Helbestvanî/ê