A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
Refîk Sabir - Bi Tenê Nebûm
104 Xwendin
0 Ecibandin
Asoya Helbesta Kurdî

Refîk Sabir - Bi Tenê Nebûm

Bi tenê nebûm…
şev… li tenişta min, termekî razay bû
Dem… tem, mij û nalîn bû
Welatê min jî
Misteka toza ber bay bû
Li bejna roha min alya bû

Bi tenê nebûm
Agirek bûm
Nihêniyan geş dikirim
Pirtûkek bûm
Deryayê dixwendim.
Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê helbestê nakî?

Helbestên din ên Helbestvanî/ê