A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
Rêdûr Dîjle - Pablo Heyra!
180 Xwendin
1 Ecibandin
Asoya Helbesta Kurdî

Rêdûr Dîjle - Pablo Heyra!

Pablo*, heyra!

I
berî nature mote** bimote
bimuşteqe naturmot
te firçeya xwe seqand hunera bo huner
berîya hemû hunera, li vî gelî gelîyê Elî
me şerbikên naturmotî dan bûkên rûbixêlî
qewartin, diqewêrin bo şekirê mijmijokî
ji vê hêlê ji wê hêlê,
ji vê kêlekê ji kulîmekê,
ji jorê ji jêrê
xulase dituwalî li ser heman nimayê.

II
li rasyonelîteya hêmanên hevokê veger
bêyî kirde, bireser ne tu tişt e!
Pablo, heyra! talîyê venegerî klasîzmê,
lew em bê ronesans in
alternatîfa arîstokrasîyê, hê jî Rojî Kurd e***

III
ji kubîzma ewraxên sirgûnlixa mi’û’m
li koz û mitirisên, hidûd û topraxên vî welatî
ji xeynî terş û talanên komareke emirqut, lê berz û bala
28 caran 28 Guernica****,
wek toz û kulxanê li movikên min sihurîn.
berî em kamil bibin, ne firçe
hoyî tuwala şer dibin!

IV
Pablo, heyra!
em nevîyên êşê ne
kirdeya me Alan Kurdî
kêl bi kêl birîn, pêl bi pêl xwîn
em ji welatekî bextwesleyî re fesilîn,
û ji serîhildanan pengizîn qada şerîn.

*Pablo Diego José Francisco de Paula Juan Nepomuceno Marıa de los Remedios Cipriano de la Santısima Trinidad Ruiz y Picasso (25.10.1881-08.04.1973/Malaga-Îspanya). Ressam, peykertiraş.
**Peyveke Fransî ye û çeşneke resmê ye. Tê wateya; xwezaya mirî, heyîn û objeyên bêgîyan hwd. Naturmotên Paul Cezanne bû hest û besta gelek kesan. Kubîzm li ser asasê van naturmotan afirî.
***Kovara Rojî Kurd di 1913’an de, li Stenbolê bi Kurdî-Tirkî der çûye. Li ser navê Komeleya Hêvî ya Xwendekarên Kurd hatiye belav kirin. Xwedî îmtîyaz û midûrê wê yî mesûl Ebdulkerîm Efendî yê Suleymanî ye. Çar hejmar tenê der çûne.
****Tabloyeke abîdewî ya ku ji alîyê Pablo Picasso ve hatiye xêzkirin, li ser Şerê Navxweyî yê Spanyayê yê di 1937’an de ku bajarê Guernicayê ji hêla 28 balafirên bomberdimanî yên Nazîyên Almanî ve hatibû bombebarankirin e.