A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
Rêdûr Dîjle - Neo-Auschwitz e Cizîr
65 Xwendin
2 Ecibandin
Asoya Helbesta Kurdî

Rêdûr Dîjle - Neo-Auschwitz e Cizîr

her der Mein Kampf**,
dersên şîzofrenîk bi hubra sîyanurê
di genûma logosayê diteqin,
dinizilin, diçizirin tar û terîşkên humanîzmê
genetîka kompozisyonê nasihure li mûtasyonê
fragmenta tekamûlê, li ordîgahên zoremil
êdî radibin qeretextê!

*Neo-Auschwitz: Di dema II. Herba Cîhanê de, ji alîyê Nazîya Almanyayê ve hatîye ava kirin. Kampa temerkûzê û îmhayê ye. Li gor angaştan, texrîben 1.1 milyon însan di vê kampê de hatine kuştin, milyonek ji vana cihû bûne.
**Mein Kampf (Şerê Min), pirtûkeke otobîyografîk û manîfestoyeke sîyasîyî ye. Ji alîyê Adolf Hîtler ve hatîye nivîsandin.